JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPAMENIYÊ RA |

Dixwazin carek din Gelê Kurd û Tirk kaşê pêvajoyeke tarî bikin. Ev rûdan û bûyerên ku di nav vê mehê de pêk hatine, bi şêweyeke zanyarî ji aliyê navendek ve tên kontrolkirin û dixwazin bi van bûyeran di nav herdû gelan de pêla alozî û tundiyê bilind bikin.
Pêvajoya ku bi bûyera li Amedê dest pêkir û bi bûyera li Reşadiye-Tokatê, provokasyonên li Stenbolê, ya li navçeya Kopê ku bi kuştina mirovan bi encam bûn û herî dawî jî girtina DTPê û binçavkirin û girtina şaredar, endam û birêvabirên Partiya Demokrasî û Aştiyê yek ji bazinên vê zincîrê ye.

XEBATKARÊN HÊJA Ê ÇAPEMENIYÊ
Operasyona li dijî siyasetmedarên kurd ku piştî girtina DTPê derbasê BDPê bûn, bazina herî dawî ya vê pêvajoyê ye. Di pêvajoya ‘rêlibervekirinê’ de pêkanîna operasyona binçavkirin û girtina ku saziyên legal yên siyaseta kurd û kesên ku bi dengê gel hatine bijartin, hêviyên guhertin û demokrasiyê berovajî kiriye. Ev rûdan jî carek din serwerbûna hêzên statukoperez dide nîşandan.
Em difikirin ku ev helwesta dudilî ya hikûmetê ya li dijî rêxistina terorî ya Ergenekonê, bi van bûyerên dawî re ji nêzîk ve têkildar e. Ev bûyerên dawî jî dide nîşandan ku rêxistina Ergenekonê li ser kar e.
Li şûna ku hikûmet xwe radestê hêzên dijberê guhertinê bike, divê di warê demokrasî û azadiyan de gavên bi biryar bavêje û bi lezgînî normên huqûqa navneteweyî bipejrîne. Girtina gelek siyasetmedarên sivîl yên kurd ku hin serokên şaredariyan jî di nav wan de ne û bi vê yekê hedef girtina siyaseta sivîl, wek Şaxê Rihayê ya Hak-Parê me xistiye nav fikareyeke mezin û em vê yekê şermezar dikin. Em li bendê ne ku bi lezgînî dawî li van kiryaran bê anîn û herweha, banga me li rayedarên hikûmetê ew e ku helwesteke bi biryar bişopînin.
PARTIYA MAF û AZADIYAN ŞAXÊ RIHAYÊ
|