VEBÛN Û BER BI WENDABÛYÎNA HÊVIYAN

 

Ûmît TEKTAŞ

29ê Tirmehê heta niha hêviyek xwirt hebûn. Hikumet û Partiya wê di nav hewildanek de bûn. Gul û Erdogan ji siyaseteka nû behs dikir. Ji bo Tirkiyê hewcedariya kirasek nû, hişmendiyek nû danîn zmên.
Tesîra guhestinên cîhanê û rola aramiyê wek pevajoyek nû dihatin şirove kirin.
Bi girseyî hewcedariya siyasetek nû û girîngiya hinek gaven demoqratîk kete rojevê.
Xeynî hêzên statukoparêz piranî derdor û kesayetên xwedan rol piştgirî dan vê pêvajoyê. Partiya Erdogan wêrek û bawermend destnişan kirin.
Kurdên ku vê pêvajoyê dişopandin, çi partî çi derdor, çi jî kesayet xwedan hêviyek xwirt bûn. Gelek derdor, pêvajoya nû wek destpêkek piroz, wek pengavek dîrokî nav kir.
Xeynî PKK, çendêk siyasetvan û hinek ronak, tevahiya bizava Kurdên Bakur ji pêvajoyê kêfxweş û dilgeş bûn.

Hêjayê gotinêye ku DTP jî siyaseteka zelal nemeşand.
DTP di nav sergêjiyek de bûn. Carna helwestek rast, carna jî helwestek şaş didomandin. Helbet sedemê vê sergêjiyê xweser nebûna DTP bûn.
Bîr û baweriyên xwe, di weznek teng de, çarçova Ocalan û Qendîl de anî ser ziman. Gor rol û rûmeta xwe, gor giraniya xwe tevnegeriya.
Rast an şaş siyaseta DTP mijara vê nivîsê nîne. Lê nixumandina (dawî dan) wê him mijar e, him ji derd û kul e. Ji ber ku “Vebûn” di pêvajoya xwe da partiyek Kurd quritand.

Gelek kes vê pêvajoyê li Tirkiyê, taybetî ji bo Kurdên Bakur, wek çirandina pêsîrtengiyê, wek ruxandina çeperbûyînê didîtiya.
Yekem carê miletê Kurd gelek hêvîdar bûn ji dahatûya (pêşeroj) xwe. Siyaseta kevneşopî, 86 salî ber bi dawî diheliyan.
Heyfe ku, statuko rehet nesekinî. Çi destê wî hat, paşde neda. Her rê û olax kar anî. Hemû dezgehên xwe seferber kir.
Ji nîşqa ve Kurdistan û Tirkiye tevlihev bû.
MHP û CHP ji vê bone gelek rêûdirbên eceb kar anîn. Têkçûyîna siyaseta kevneşopî wek têkcûyîna xwe hesibandin. Hawar û qîrîna wan jî, ji vê bonê bûn.
Gengeşî kirina pêvajoyê de bûyerên nû qewîmin…
Bi dijminahiya Kurdan û bi taybetî bibîrxistina komkujiya Dersim, CHP di nav tengasiyek mezin de bûn.
Heman demê de, di tarixa Komara Tirk de cara pêşîn 3 serdarên bereyên Artêşa Tirk, kişiyan dadigehê, bo lêpirsîna dek û dolabên derbeyek eskerî. ( wek tê zanîn çar planên wek; “Ayışığı”, “Eldiven”, “Yakamoz” û “Sarıkız” hebûn.)

Di nav çendêk de pêvajo berevajî bû.
Metirsînek û dilsariyek peyda bû.
Prosesa vebûnê di nav dilsariyek newêrek de hefs bû.
Mixabe îro rewş wesa ye. Zelaliyek nîne, tevliheviyek heye.

Dengîr FIRAT çend roj berê wek mizgîniyek digot: “Sê mehe şehîdek me tune” Ev serbilindiya FIRAT, heta bûyera  Toqatê  dom kir.
Helbet çalakiyên kolanan, teqîn û bûyera Toqatê bê sedem nînin.
Meriv dikare bêje ku daxwuyaniyên Ocalan jî vê tevliheviyê mezin kir.
“Vebûn” gav bi gav ber bi pûçbûyînê dihatin herikandin, dihatin xwestin ku pêvajo têk here.
DTP, bi destê Dadigeha Makezagona Tirk hat nixumandin.
Pêvajoya ku miletê Kurd hêvidar û hêvî xwirt kir, bi dawî lê anîna partiyek Kurd didome.
Bûyerên kuçe û kolanan berdewam e. Wek tiştek eceb xirûcirî her alî deng veda. (Hewceye ez bêjim, bûyerên Stenbol û Bilaniqê (Kop) diltirsîn û xetereyek e. Divê pêşî li bûyerên wesa bê girtin. Herkes bi aqlêselîm û berpirsyar tevgere.)


AKP di hundir de di şertên zehmet de xebat dikirin. Lê heman demê de jî siyaseteka durû û ewqandinek plankirî dimeşandin.
Wek xapînokek, di nav xemrevîniyê de bûn.


Herkes di hêla xwe da “oxxeş” kir. Niha dema sergêjî û tevliheviyê ye. Herkes li bendêye ku zelaliyek çê be, hikumet gavên berbiçav gaven destgirtî bavêje.
Çi ji destê statukoparêzan hat, paşde nedan. Lê hêzên guhartinxwaz jî, hewcedariya pêvajoyê cîh ne anîn.
Xweya ye ku ev guleş (palewanî) didome.
Rêyek dûr û direj e.
Partiya AK dikare rê liber pevajoyê ve bike, hinek gavên berbiçav bavêje.
Partiyên Kurd dikarin pêvajoyê hêsantir bikin. Hevkariyek xwirt daynin li ser tesir kirin û pêşvexistina pêvajoyê.
Ev pêvajo li gel tengasî, alozî û tevliheviyê îro jî gavek erênî ye, hewcedariyek girîng e. Rasteqîn e, guncawe ji bo rewşa Tirkiyê. Astengî dibe her hebin, huner ewe ku ji bo pêşvaçûnê xebat nesekinin…
Şik tune ku guhartin tiştek gerdûniye, tu hêz nikare pêşî lê bigire. 16.12.2009, Amed

 

 

Ümit TEKTAŞ'ın Eski Yazıları

 

PARTİYA ME Û HEWCEDARİYA WÊ

ÊDÎ KURD JÎ AKTOR IN

"AĞZIYLA KUŞ TUTMAK"

3. KONFERANS ÜZERİNE

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( II )

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( I )

BİR YILIMIZ GERİDE KALIRKEN

KONFERANSA GİDERKEN

BALIK HAFIZASI

ONURA TUTUNMAK

SULAR DURULMUYOR

HOŞ GELDİN TEVKURD

SÜNGÜ GÜCÜ, DİPÇİK ZORU

ORTAK BAĞIMSIZ ADAY

SİYASET VE SİYASET YÖNETİMİ

ANKARA OYUNLARI VE CUMHURİYET MİTİNGLERİ

TARİHE NOT DÜŞMEK ( I )

MİLLİYETÇİLİK

KURULTAYA GİDERKEN HAK-PAR

 

 

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94