TRAVMAYA BINKETIN Û HÊVÎ ŞIKESTINAN

 

Ûmît TEKTAŞ


Di van salên dawî de, buyerên ku diqewimin bûn sedemên gelek hêvî şikestinan. Bi taybetî qadrên siyaseta Kurd ji pêşeroja tevgera azadî hêvî qels bûn. Bandora Ocalan û xwurtbûyîna PKK li ser wan dilsariyek peyda kir.                                                                                                           
Hinek ji van kesan, hebûn û rola xwe ya siyasetê bê qîmet dibînin. Dibêjin ked û zehmeta me berhewa diçe. Ji siyasetek nû û girsebûyîna wî bê hêvî ne. An jî hêviya wan sist e. Çavtirsî ne, ji çalakiyên kuçe û kolanan, piştevaniya girseyî ya Ocalan. Ji vê bonê xemxwariyek heye. Ev yeka di hinek kesan de, dibe sedemên bê diliyê.
Di nav van qadrên heyî de sergêjiyek heye. Ji sîh salên dawî gilî û gazinan dikin. Binketina bizava Kurdên Bakur, hinek sedemên rast tê de hebin ji, bi şirove yên ne di cîh de destnîşan dikin. Rol û tesîra xebatê, hewcedariyên tekoşeriyê ji çav dûr dixin. Hebe nebe sedeman ji dervayê xwe digerin, xwe bê qusûr û bê guneh dibînin.
Wek hişmendiyek û benekîyek (elmandin-hînbûyîn) giştî, meriv dikare bêje ku gelek qadrên siyaseta Kurd derdor tawanbar dikin, derdor re qusur dibînin. Xeynî xwe ji çavde derbaskirinê ji herkesî re peyvek wan, ji her tiştî re bersîvek wan heye.
Ev rewş dirubê (dişibê) çîroka paşa û wezîrê wî; rojek paşa wezirê xwe diguhirîne. Xelef û selef tên gel hevdû. Wezîre bori sê heb zerf dide wezîrên nû. Li ser zerfan, jimarên yek, du û sisê nîvîsandî ye. Dibeje kîngê tu bikevî tengasiyê, hingê zerfa yekem veke. Ger ji derdê te re nebe derman ya duyemîn, ew jî nebe çare zerfa sêyemîn veke. Çend meh şûnde, karên wezîr baş nameşe. Zerf dikevin bîrê. Zerfa yekemîn vedike û dixwuyîne. “Ji bo şaşî û kêmasiyan, ji bo bêrêtî û kêrnehatinan dema beriya xwe tawanbar bike.” Wezirê nû demek, qasî şeş heft mehî wesa dike, cardin karûbar di rêde naçe. Her diçe, rewş xirabtir dibe. Wezîrê nû zerfa duyemîn vedike. Di vê zerfê de jî weha nîvîsandiye: “Hevalên xwe tawanbar bike, ji bo hevalan nerazîbûyîna xwe nîşande. Wan bi nezanî û teraliyê binav bike.” Çend meh wezîr bi vê zerfê idare dike, piştre dinêre ku cardin rewş baş nîne. Xebat û lebat wek her car in… Her tişt ber bi tevliheviyê, ber bi xirabiyê diçe. Wezîr zerfa sêyemîn vedike û matmayî dibe. Di nav xelîtînek de (şaşbûn-behîtîn)  zerfa sêyemîn dixwuyîne; “Tu jî sê zerfên nû binîvîse.” Ango tu jî, ji wezîrîtî vekişe.
Em zerfa sêyem ji vê çîrokê derxînin, rewş çiqas dirubê siyasetvanên Kurd.
Di siyaseta Kurd de herdû zerfên seretayî hene, lê tu kes zerfa sêyemîn venake Ji vê bonê jî her tim zerfên yekem û duyem têne vekirin. Her bersîv, di çarçova herdu zerfên seratayî de dimîne. Hinek mînak (wekok-nimûne) hebin jî, bi giranî siyasetvanê Kurd bê qisur û bê gunehe.
Em wek rewiştek (qerekter) xwerû digazin, gilî dikin, ji bo derdor rexnegir in. Heyfe ku di warê xwe nûkirinê de birik (înad) in. Em him naxebitin him ji qelsiya xwe digazin. Ji bo ku qelsin xebat nakin. Em qelsî wek bafik (mazeret) nîşan didin. Ji bo bê çalakiyan, ji bo rawestandina kar û xebatan.
Çiqas xweş; xebat tune em qelsin, ji bo ku em qelsin xebat nakin.
Gelo di kîjan pêgeh (qad) de bê xebat û lebat, bê çalakî û hewildan serketin heye, pêşvaçûyîn heye. Çawa dibe, tevgerek tekoşer ya sîh salî û bizavek qels, bê çalak û tevlihev di yek weznek de tê şirove kirin. Hişê meriv nagire. Ev yeka hişmendiyek çawa ye? Bi raya min nirxandinek bi vî rengî travma ye. Ango psikolojiya binketinê ye.
Helbet hemû pêşvaçûn û paşdemayîn, bi merc û zirfen siyasî, aborî û civakî, bi şertên hawîrdor ve girêdayî ye. Ji qewmandinên navdewletî û hundirîn tesîr distîne. Be guman carna xebat têr nake,  bawerî û bernameyek bi rê û olax têr nîne. Divê pêgeha siyasetê, bi hemû pergalan bête kar anîn.
Wek mînak; hêzek siyasî, bi pergalek aştîxwaz û demoqratîk nikare bi hêzek dî, ku pergala eskerî kar tîne pêre serî derkeve. Divê weznek guncaw hebe.
Hêla dî de, siyaset karek zehmet e. Tenê dûrbînî û xebatek bi rêûdirb têr nake. Divê meriv xwedan aram be. Wêrekî divê, bawermendî û ji xwe yeqînî divê.
Nabe ku kesên nikaribin xwe biguhirînin û hişmendiyek nû nedin pêşiya xwe ji astengiyan re çare bibînin.
Siruştiyê ku binketin û tekçûyîn baweriya mirov bihejîne, di mirov de dilsariyek peyda bike. Lê divê rêûdirbên nû, hewcedarî û xwestekên civakê baş bêtin nirxandin, bi hişmendiyek bibiryarî bête tevgerandin. Bi gavên nû, destpêkên cîhê, him siyaset him jî siyasetvan dikare xwe nû bike, xwe pêşvabixe. Bi coş û piştrastiyek nû bimeşe.
Balkêşe em him ji qelsiyê digazin, him jî nayên cem hevûdu. Him dibên wîçe (alternatîf) divê, him jî ji bo wê xebatek me tune. Him hêzêk xwirt wek hewcedarî û çêtir dibînin, him tu gavek me nîne, tu xebatek me nîne.
Azîneyek (metod) civaknasiye ku, qelsî û tevlihevî ya siyasetê bawermendiya navxweyî û xwesteka tevxebatê jî dihejînê, sist dike. Rê û olaxên hevkariyê dijwar dike.
Îro an sibê nûjenî divê. Heman demê de xwe nû kirin, xwe rexnegirî divê. Dilsozî û bawermendî bi rêûdirb digîhe qonaxek piroz. Qonaxek serkeftî. 24.12.2009, Amed

 

 

Ümit TEKTAŞ'ın Eski Yazıları

 

 

VEBÛN Û BER BI WENDABÛYÎNA HÊVIYAN

PARTİYA ME Û HEWCEDARİYA WÊ

ÊDÎ KURD JÎ AKTOR IN

"AĞZIYLA KUŞ TUTMAK"

3. KONFERANS ÜZERİNE

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( II )

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( I )

BİR YILIMIZ GERİDE KALIRKEN

KONFERANSA GİDERKEN

BALIK HAFIZASI

ONURA TUTUNMAK

SULAR DURULMUYOR

HOŞ GELDİN TEVKURD

SÜNGÜ GÜCÜ, DİPÇİK ZORU

ORTAK BAĞIMSIZ ADAY

SİYASET VE SİYASET YÖNETİMİ

ANKARA OYUNLARI VE CUMHURİYET MİTİNGLERİ

TARİHE NOT DÜŞMEK ( I )

MİLLİYETÇİLİK

KURULTAYA GİDERKEN HAK-PAR

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94