PARTİYA ME Û HEWCADARIYA WÊ

Ûmît TEKTAŞ

Wek tê zanîn partiya me di 2ê Sibata 2002’yan de hat damezrandin.
Amedekarî û xebatên damezrandinê du sal domiya.
Gelek herêman civînen berfireh û girseyî hat li darxistin. Bi sedan kes bîr û rayên xwe li ser neqşerêya partiyê, destûr û bernama wê anîn zimên.
Di warê rengîniya navxweyî de hewcedariyên heyî, hemû hatin cîh anîn.
Çi grup, derdor û kesayet amade bûn, li ser bingehêk wekhev, bingehek xwerû û demoqratîk lihev kirin.
Bername û destûra heyî, bi yek dengî pejirandin.
Partiya Maf û Azadiyan şêweyek pirreng, pilural, bi kirasek nû dest bi jiyana xwe kir.
Ji bo serokatiya partiyê, Kurdek oldar hat hilbijartin. Meclisa Partiyê û Desteya Serokatiyê,  gor cûdarengiya (mozayîka) partiyê neqişî.
Cara pêşîn di siyaseta Kurd ya legal de, gavek wesa hat avêtin. Destpêkek nû ket rojeva Kurdên Bakur.
Ji her rengê Kurdan siyasetvan û demoqrat hatin gelhevdû. Damezrandina partiyê bû sedemê heviyek xwirt ya xwedan heq.
Dengvedanek nû.
Hişmendiyek nû.
Helbet, coşek nû.

Hêla dî de, damezrandina Hak-Parê  ji bo gelek derdorên Kurd  bû sedemê dilxweşîyê. Cara pêşîn di qada eşkere û demoqratik de gelêk cûdarengên Kurdan li ser bername û destûrek lihev kirin, xebatek hevbeş meşandin.

Partiya me bi 79 hîmdar hat avakirin. Ji wan çendek çûn ser heqiya xwe. Yek ji wan Serokê Rûmetê ye. Cîhê wan bihişt be.
Qasî 5-6 kesî, ji xebat û endamiya partiyê vekişiyan, oxira xêrê be, rêya wan vekirî be.
Her çûyîn û vekişandin qelsiye, dil êşek e. Lê jiyan dom dike. Xebat û karen rojane divê nesekine.
Heyşt salê xwe de Hak-Par gelek karên girîng pêk anî. Ji bo meclîsa Tirkiyê û ji bo Yekîtiya Ewrupa rapor û xwestekên partiyê amade kir û diyarê van dezgeyan kir.
Raporek jê li ser mijara endambûyîna Tirkiyê ji bo YE, raporek dî li ser sîstema fedaliyê bûn. Ev herdû rapor jî bi civînen herêmî hatin niqaş kirin.
Xwesteka me ya federasyonê bi derdoren dervayê partiyê re hat gengeşî kirin û bi piştevaniya wan derheqê federasyonê de kampanyayek berfireh hat bi rêxistin.
Me, ji Amedê heta Brukselê meş darxist.
Zimanê Kurdî wek helwesteka siyasî di hemû qad û xebatan de kar anî. Ji vê bone gelek lêpirsîn û darezandin li rêvebir û endamên partiyê qewimîn. Hêj jî çendek doz didomin.

Bernama partiyê bi rengek netewekar hat guhartin, destûr hinek dî jî hat nûjen kirin.
Di nava mixalefeta Tirkiyê û opozisyona Kurdan de gelek xebat û çalakîyên bi rûmet domand.
Weznêka nû anî siyaseta Kurd.
Ji bo hevkarî û xebatên tevhev bê hempa berpirsyarî hilda.
Em pê piştrastin ku partiya me li çar parçê Kurdistanê bi hemû partiyên Kurd re xwedan têkiliyên germ e.
Di nav Kurdên diyasporê (Ewrupê) xwedan rûmetek bilind e.
Hembêza partiya me ji bo tev xebatê û hevkariyê her tim vekirî bû ye.
Hilbijartinên Adara 2009’an de helwesta me him netewekar him jî wêrek bûn.
Ji bo peşxistin û hêzbûyîna partiyê tim û tim xebatêk zindî tê meşandin. Li gel kêmasîyên xwe  em tim wek parti di nav hewldanek piralî de, xwirtbûyînek rengîn de ne.
Îroj jî, qadrên partiyê di nav hewldanek wesa da ye.
Çi derdor, kesayet em dixazin refek yekgirtî de partiyê û bizava Kurd xwirt kin. Şik tune ku hêzbûyîna Hak-Par, hêzbûyîna bizava Kurd ya demoqratîk e.
Dînamîzma heyî; ji bo xwe nû kirin, li xwe rexnegirî, siyaseteka xwerû û xweser gelek destdayî ye.
Demoqrasiya navxweyî, ji bo pêşxistin û tev xebatek hevbeş derfetek berçav e.
Yeqînî û bawermendiya  ji millet û azadiya wê, hêviyek xwirt ya ji pêşerojê, piştrastiya qadrên partiya me ye.
Helbet “Koçer nabê dewêm tirş e” lê partiya me jî, bê qusur û bê guneh nîne. Kêmasî û şaşiyên me divê hebin.
Hinek caran kiryar û ya dilê meriv ne lihevdû ye.
Carna jî dil heye, lê taqad nîne.
Carna jî rêûdirb, rewşa giştî derfet na de ku dezgeh pêşkevin.
Hêjayê gotineye ku, li gel qelsî, kêmasî û tengasiyên me, kiryar û xebatên partiyê di weznêk serbilind de nîne.
Asta xebatê û çalakiyên berhemdar divê gav bi gav pêşkeve. Parti bir her avayî rewşa xwe ya îroyîn bêzar be, ji xwe gilî û gazinan bike.
Qadrên nû, hevalbend û dosten nû zêde bike. Jimara rêxistinên xwe pir bike.
Divê hêviyek xwirt, bawermendiyek bilind hebe. Divê her warî de em wêrek bin, da ku vê doza zor û zehmet pêşxin, bigihînin konaxek piroz.
Rola me ya pir dengiya di siyaseta Kurd de, divê bête xwirt kirin. Ev jî bi xwirt kirina partiyê va girêdayî ye.
Bersîva yek dengiya siyaseta Kurd, şikestina bandûra yek alî, bi Hak-Parek qewî û girseyî hêri hêsan e.
Ev yeka ji bo pêşvebirina demoqrasiya civakek û netewek jî girîng e.
Hêzbûyîna partiyên Kurdan, balansa siyaseta Kurd e.
Her tişt di destê me de ye. An ji sedemên hûrgûli cudaxwazî û jihevketin, an li gel cûdarengiyan hev xebatek yekgirtî. Ango partiyek xwert.
Îroj ew partî Hak-Par e.
Hak-Par bi gelek aliyen xwe sîwanek kêrhatiye. Partiyek netewekar û demoqrat e.
Ev pêsîrtengî jî, serbilindî jî ya me hemûyan e. 08.12.2009, Amed.

 

 

 

Ümit TEKTAŞ'ın Eski Yazıları

 

 

ÊDÎ KURD JÎ AKTOR IN

"AĞZIYLA KUŞ TUTMAK"

3. KONFERANS ÜZERİNE

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( II )

SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( I )

BİR YILIMIZ GERİDE KALIRKEN

KONFERANSA GİDERKEN

BALIK HAFIZASI

ONURA TUTUNMAK

SULAR DURULMUYOR

HOŞ GELDİN TEVKURD

SÜNGÜ GÜCÜ, DİPÇİK ZORU

ORTAK BAĞIMSIZ ADAY

SİYASET VE SİYASET YÖNETİMİ

ANKARA OYUNLARI VE CUMHURİYET MİTİNGLERİ

TARİHE NOT DÜŞMEK ( I )

MİLLİYETÇİLİK

KURULTAYA GİDERKEN HAK-PAR

 

 

 

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94