|
Ûmît TEKTAŞ
Li Herêmê pêvajoyek nû dest pê dike.
Ji şerê xelîca yekem virda, ev pêvajo gav bi gav ber bi îro dineqişe, dipêçe.
Xweya ye ku, ji konsepte kevneşopî û kevnare dest tê berdan, ev konsept tê terkandin.
Tıxubê herêmê nehê guhartin jî, sazûmanek nû li herêmê çêdibe.
Kurdên Başûr him di Iraka Yekgirtî de şirîgin him ji li ser xaka xwe desthilatdarin.
Di hêla civakî, siyasî, leşkerî û dezgehên neteweyî de pêşketin û hemdemiyek berçav heye.
Warê têkiliyên dewletên hawirdor re, pêywendiyên navdewletî de dengvedanêk nû nasandinek bi rûmet heye.
Serbilindiya hemû gelê Kurde kû Kurdên Başûr bi rê û olaxên hevdem, bi hişmendiyek nû, bi helwesteka dûrbin tevdigerin.
Xwezaye kû, hinek waran de, şaşî û çewtî jî hebin.
Rêûdirbên ne rast, neqebên teng û asê hebin.
Ev yeka, pisporî û westatiya rêvebirên herêmê biçûk nake.
Şik tune kû desthilatîya herêmê, li gel kêmasî, zahmetî û dijberiyan bi giştî serkeftîye û serfiraz e.
Ev desthilatî, li gel dezgehên neteweyî roj bi roj ber bi qonaxek mayînde diçe.
Bê guman rêya azadiyê dûr û dirêj e. Divê aram hebe, zanyarî û westayî hebe.
Aramîya Herêmê Kurdistan, mayîndebûyîna desthilatiya xweser xwirt û têkûz dike.
Destkeftinên Herêma Kurdistan, bîr û baweriya Parçên dî xwert dike, statukoya dagirkeriyê jî sist dike. Hêzên dagirker mecbûrê guhartinan, naskirina mafên Kurdan yê rewa dike.
Hewceyê gotinêye kû, bivê desthilatdariyê, diyare kû rêyek nû li pêşiya miletê Kurd vebûye.
Neteweya Kurd, li her çar parçeyê Kurdistanê ji pêsirtengî û çeperbûyîne ber bi qonaxek nû ve diçe.
Kurdên Başûr çend sale kû di Neteweyên Yekbûyî de xwedan statuyek e.
Gelek dewletî re, ne tenê warê abari û leşkerî di gelek waran de têkiliyên nû hene.
Hêrî girîngî û serbilindî ewe kû têkiliyên diplomatî hene.
Hêla dî de, bizava Kurd warê netewekariyê de tu car tekoşina xwe ne rawestand. Tim û tim berxweda, ji bo mafên xweyê rewa tekoşîya.
Bê guman di guhartinên dawî de rola tekoşîna miletê Kurd ne biçûk e.
Miletê Kurd êdî cîhannas e. Wek 20-30 sal berî ne serê xwe bi tenê ye.
Şanezahîyek mezinê kû êdî, ne serwerên cihanê, ne jî dagirkerên hawîrdor nikarin pêşî li vê pevajoyê bigirin.
Çi federasyon, konfederasyon, çi dewletêka cihê, êdî nabe Kurd bê dewlet bin.
Êdî kirasê otonomiyê li milete Kurd nabe, ji wêre teng e, lê nayê.
Xwesêriyek xwert û têkûz him bo herêmê him bo miletê Kurd pirtirîn hewce û guncaw e.
Miletê Kurd nabe mafên xweyê rewa bêpar bimîne.
Neteweyek qasî 45-50 milyon serjimêr divê xwedan dewlet be.
Nexû alozî û xurûcirî li herêmê ciwar dibe.
Tevlîhevî rû dide.
Ev yeka hanê jî, li gor berjewendiyê tu kesî nîne.
Sistemak bêrê tu kes qayîl nake.
Meriv dikare bêje; tîr ji kevan derketiye.
Pevajoya destkeftinên miletê Kurd berevajî nabe.
Li her derê cihanê, xasima rojhilatanavîn pirsa Kurd astek bilind û berfireh de tê nirxandin.
Him wek xet him jî warê dewlemendiya xweza da axa Kurdistanê berhemên wek gaz û niftê de rolek giranbiha dileyîze.
Keşeya Kurd negihîşe qonaxek geş, nasnama Kurd bi tevayî neyê naskirin, aştîxwaz û aramîparêz rê tune kû serkevin.
Di hêlek de xwedan dewletiya Kurdan, di hêlek de jî bêpariya ji gelek mafên rewa êdî nabe.
Dostî, aştî, cîranî, mirovperwerî rênade vê rewşê.
Bûnçûn hildiweşin…
Statuko bindikevin…
Siyaseta Kevneşopî tê rûxandin…
Êdî Kurd hene…
Dive gor hebûna xwe jî, xwedan rol bin…
Li herêmê aktor bin. 30.11.2009, Amed
Ümit TEKTAŞ'ın Eski Yazıları
"AĞZIYLA KUŞ TUTMAK"
3. KONFERANS ÜZERİNE
SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( II )
SİYASİ PARTİLER YASASI VE PARTİ İÇİ DEMOKRASİ ( I )
BİR YILIMIZ GERİDE KALIRKEN
KONFERANSA GİDERKEN
BALIK HAFIZASI
ONURA TUTUNMAK
SULAR DURULMUYOR
HOŞ GELDİN TEVKURD
SÜNGÜ GÜCÜ, DİPÇİK ZORU
ORTAK BAĞIMSIZ ADAY
SİYASET VE SİYASET YÖNETİMİ
ANKARA OYUNLARI VE CUMHURİYET MİTİNGLERİ
TARİHE NOT DÜŞMEK ( I )
MİLLİYETÇİLİK
KURULTAYA GİDERKEN HAK-PAR
|