......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün2722
mod_vvisit_counterDün7907
mod_vvisit_counterBu Hafta18865
mod_vvisit_counterGeçen Hafta46450
mod_vvisit_counterBu Ay126046
mod_vvisit_counterGeçen Ay201576
mod_vvisit_counterTüm Zaman2504001

We have: 181 guests online
Senin IP no:: 54.167.230.68
 , 
Today: Haz 19, 2018

BERNAME..
AddThis Social Bookmark Button

LI DINYÊ GUHARTIN Û AVASAZÎ


Sedsala 20’an, du şerên dinyê dîtiye, şahidê avabûn û hilweşandina sîstema sosyalist bûye, ji bo hin pirsên hîmî yên însaniyetê  çareser kir,  lê bêyî   ku  hin    pirsên girîng çareser bike dawî bû..

 

Dema însaniyet kete sedsaleke nu, di zanistî û teknolojiyê de gavên mezin avêt lê, li gor hêvî û îdealên xwe yên mişterek di avakirina dinyayek aştîxwaz û demokratîk de bi serneket. Dinya me îro, bi tevî pirsên ku pêşketinên zanistî û teknolojîk bi xwe re anîne, dijî. Îro welatên pêşketî ji mîrasên medeniyeta mişterek para xwe distînin lê welatên paşketî û neteweyên berbend ji van îmkanan têra xwe feyde nabînin.  Ev rewşa han di navbera welatên pêşketî û paşketî de firrînekê kûrtir dike. Yên yekemîn, ber bi jiholêrakirina sînorên netewî, avakirina yekîtiyên pirnetewî (di ser netewe de) ku têde ziman û çandên curbicur bi hevre dijîn, diçin, li welatên di kategoriya duemîn de, di serî de maf û azadiyên bingehîn, hemû hêjayiyên  însanî tê pelçiqandin; civak di nav birçîtî û sefaletê de vejiyan û di nav pevçûna etnîkî û olî de dahatûya xwe  bi nemanê re rûbirû dihêle.  

 

Ev rewşa han bûyerek e ku dahatûya dinyê tehdît dike. 

 

Di dinya me de bi tevayî pêşberkiya xwe çekdarkirinê, şerên herêmî didome û beşek heyiyên girîng  bi ragihandina ji bo vê babetê vala diçe.  Welatên nepêşketî jî li gel bi paşketina aborî, teknîkî, zanistî, deynên giran ên der, zêdebûna nifûsê û nebûna kar, di nav xela, ziwabûn, cehalet, pevçûna nîjadî û mezhebî de, ber bi wendakirina ne tenê rojên xwe yên niha, wendakirina dahatûya xwe ve diçin. Mirinên girseyî û koçên bitop, îro bûne pirsên ku divê însaniyet rojek zûtir çareser bike.

Bi deyndayina welatên paşketî ev pirs nayên çareser kirin. Modelên hêvojkarî û sistemên dewletê yên pirdengî, hevbeşî, demokratîk ku welatên hemdem î pêşketî ji bo xwe pêwist dibînin, divê ji bo welatên paşketî jî pêwist bibînin..  Eger ne wiha be, jiyaneke civakî ya pirdengî û demokratîk ku ji ferdên azad hatiye sazkirin û hiqûqa demokratîk a gerdûnî têde birewac e û çandeyek aştîxwaz ya beramberê vê, nayê afirandin. 

 

Pêşketina teknolojiyê; pêşveçûna komunîkasyonê, tevgera navnetewî ya sermiyana ku tu  sînor û otorîte nas nake, dinya me piçûk kiriye, pirsên yek bi yek li welatan tên holê, kiriye pirsên mişterek. Îro, di nav sînorên netewî de, pêkanina daxwazên keyfî û despotîk, ferqiyetên etnîk, çandî, cinsî û çinî bi zorê ji holê rakirin li dinyê tu qebûl nabîne û berpêyiyan dikşîne  ser xwe.  Di pêşerojê de sînorên netewî ku bi zorê hatibûn pêkanîn îro ji ber encama bi pêşdeçûna aboriyê û bi pêşketina civakî negerek dibin; meydana bikaranîna maf û azadiyên însanî ber bi firehbûnê diçe.

 

Pirsên ku civakan dixin tengasiyê, herçiqas giran û pirr bin jî, ber bi pêşveçûna însaniyetê, di besterobareke ku esaret û koletî bikaribe ji dinyayê rabike, pêşde diçe; hêjayiyên wek rûmet ji bo mafên însanî, bikaranîn û ewlekirina mafên ferdî û kollektîf  roj bi roj zêdetir qebûl dibînin. 

Ev pêşketinên han ji alîkî ve sîstem û dewletan bi fonksiyonî diguherîne û ji bo însaniyetê asoyên nû vedike, ji alîkî ve pêşvebirina endustriya wek xureyan û bê pîlan, li welatên pêşdeçûyî ji ber parvekirina bê’edaletî û wek hin sedemên din,  bêkarî, fihûş û bikaranîna narkotîka, çetebûn û nexweşiyên wek vê di civakê de peyda dike.

 

Dewletên pêşdeçûyî yên dinyê divê ji bo van pirsan çareserkirinên domdar bibînin û pêdiviya sazkirina sîqalên civakî li pêş wane.  

Netewe û eqaliyetên ku di şerê yekemîn û duemîn de mafên xwe nestendine, lêgerîna mafên xwe didomînin. Piştî ku dawiya şerê sar hat, lêgerîna van mafan hêsantir kir; li dinyê pêvajoyeke guherîna bi lez û ji nû ve avasazî dest pê kiriye. 


Welatên pêşdeçûyî, pirsên xwe yên etnîkî û çandî bi metodên aşîtî û bi têgihîştina pirdengî çareser dikin, ên duemîn van pirsan bi metodên înkarkirin û zordestî mehkûmî neçareserkirinê dikin. 

 

Di pêşerojê de ji bo hin dewletan sazkirina yekîtiya netewî bi avahiya unîter dihat qebûl kirin, lê îro ev yek bûye hêmanên jihevbûn û perçebûnê, ne yên yekîtiyê. Civakên hemdem, ji bo pêşlêgirtina rawestandin, jihevbûn û perçebûnê, parkirina kirdayetî fireh digrin, dev ji sistemên unîter ku tengbûnî, bisînorkirinê û zordestî bi kar tînin, berdidin.  Ew, ji ziman û çandên cûda re ewleyiya qanûnî tînin, di serî de mafê hîndekariya bi zimanê zikmakî, hemû mafên siyasî û civakî dinasin. Dewletên wek Fransa, İtalya, Îspanya û Îngilîstan ku cara yekemîn şiklê dewleta unîter tetbîq kirine, îro pêwist dîtine ku vê şiklê dewletê di ber çav de derbas  bikin, ji dêlva wê ber bi sistemên ku mafên însanî, etnîkî û pirdengiya çandî esas dibînin ve çûne.                            
                                       
Îro herçiqas nav û pêkanîn cûda be jî, îdî modelên îdarî wek eyalet, xwegerrî, federasyon û otonomiyê bûne pêdiviya jiyana bi hevre di nav aşîtiyê, pêşdeçûn û pêşketina civakî de.  Yektiya Ewropayê(YE) jî bi vî halê xwe xwedî saziyeke vezelokî ya konfederasyonê ye. 

 

DIVÊ TIRKIYE BIGUHÊRE

Dema li hemû dinyê ev guherîn û veguherîn dibin, Tirkiye di xeteke mayîna nehemdem de israr dike, daxwazên azadî û demokrasî yên gelan bi şiddetê ceza dike. Heyiyên welêt ne ji bo zêdekirina hilberîn û kar, ji bo xwe çekdarkirinê xerc dike. Ji ber vê yekê Tirkiye, îro, hem li hundir hem jî li derve ketiye bin deynên giran, bûye xwedî pirsên giran. 

 

Tirkiye, li hember hemu îddîayên xwe di pêşberkiya demokrasiyê de rê nestendiye, ji ber helwîstên xwe yên di gotin de demokrat û di nav xwe de totalîter, baweriya xwe wenda kiriye, li gel dewletên rojavayê ketiye rewşeke bêewle. Di dinyaya diguhere û vediguhere de Tirkiye, hêjî aboriya xwe sererast nekiriye. Ji  sazkirina sîstemeke ku bikaribe ji alî qanûn û makzagonê ve  mafên hîmî yên însanî û pirdengiya civakî ewle bike, dûr e. 

 

Ên ku Tirkiyê îdare dikin, divê îdî bizanibin ku bêyî rûmeta mafên însanî; çêtiriya hiqûq û demokrasiya pirdengî, pêşdeçûna aborî û aşîtiya civakî pêk nayê, dê piyekî xwe tim kêm be. Di serî de pirsa Kurdî, siyasetên ku dixwazin pirsan bi riya înkarkirin û berlêgirtinê çareser bikin, tu çareserkirinê bi xwe naynin, bi bervajiya vê, pirsan girantir û zehmettir dikin. Ji ber vê yekê jî civak di bin tesîra mîlîtarîzmê de maye; di warê pêkanîna hêjayiyên hemdem wek çêtiriya hiqûqê, mafên însanî, bikaranîna maf û azadiyên hîmî de Tirkiye li paş dinyaya medenî maye. 

 

Dewleta Komara Tirkiyê, ji ber ku peymanên navnetewî ku bi xwe teref e neteyisandiye hiqûqa xwe ya hundir; qanûn û talîmatnameyên encama têgihiştina dewleta otorîter e, neguhertiye; li hember ferqiyetên etnîk, olî û civakî bi tolerans û ji bo helkirina bêmiwazenebûna herêman tevgerrînek bi dil nîşan nade, roj bi roj ji dinyaya medenî bi dûr dikeve. 

Îro, têgihiştinek ku,  ji bo nenasandina mafên Kurdan civakê mehkûmî paşdemaneke ne hemdem dike; ji bo azadiya fikir û gotin tu rê nade; pirsan dixwaze ji dêlva bi lihevkirin û danûstendinê, bi metoda hişkîtî û pevçûna civakî çareser bike, di dewletê de hakim bûye.

 

Partiya Maf û Azadiyan, hilberîna beşên civakî ku li dij vê têgihîştinê daxwaz û îhtiyaciyên ji nû ve avakirina Tirkiyê ye, di wê baweriyê de ye ku heya pirsa Kurdî çareser nebe li Tirkiyê tu pirs çareser nabe. Ji ber vê yekê çareserkirina pirsa Kurdî li gor heqiyê, wekhevîxwaz û demokratîk bi riya lihevkirina civakî kiriye hedefek di navenda programa xwe de. Hak-Par di wê baweriyê de ye ku hikûmetên Tirkiyê têzên ji bo eqaliyet/civakên li welatên wek Kibris, Bulgarîstan, Yewnanîstan, Kosova û h.w.d parastiye, ji bo Kurdên li Tirkiyê dijîn jî bixwaze, pirs dê bikeve riya çareserbûnê. 

Li vir pirsa esasî sazkirina dewleta demokratîk a pirdengî û qebûl an neqebûlkirina sîstemên îdarî yên demokratîk a pirdengî yî hemdem e.

Li gor partiya me, hêsankirina çareserkirina pirsa Kurdî û gîhandina çareserkirineke domdar mimkûn e: Eger Tirkiye, bi peyman û peymangirêdanên navnetewî wek Beyana Mafên Însanî Ya Netewên Yekbûyî, Şertê Parîsê, Belga Pişkdarî Ya Mişterek û Krîterên Kopenhagê  ku bi xwe jî bi teref e re, bi hevaheng be, mimkûn e ku pirsa Kurdî bikeve riya çareserbûnê. 

Îro partiyên siyasî ku ji sîstema heyî tên debirîn, nikarin vê watiniyê bi cîh bînin. Ew hem hilberîna dûzena ne rast û riziyayî hem jî afirandêrên wê ne; ew dewletê ji roja ku hatiye sazkirinê îdare dikin. Ji ber vê yekê çareserkirin ne bi wan re ye, di hêza gel û saziyek siyasî ku piştgiriya gel stendiye û desthilatdariyê bidest xistiye de ye. 
Partiya Maf û Azadiyan, di xebatên xwe de prensîba vekîrîbûn ji bo veguherîn û nûyîtî, ji dêlva hêvojkariya merkezî hevbeşiyê, ji dêlva îtaetiyê azadîxwaziyê, ji dêlva ferdîtiyê piştgirîxwazî û parvekirxwaziyê dê bi kar bîne. 

Her ferd şexsiyeteke xwe ya taybetî û bêriyên xwe yên paşerojê hene. Her ferd ji bo ku berpirsyarî bistîne û bi pêş ve biçe bi huner, bîrbirin, hiş û jêhatiya fikirkirinê hatiye hûnandin. Însan ji bo gîhandin û bi pêşveçûnê divê xwedî şans û îmkanên jiyanê bin

Rûmet ji bo qiymet û masûniyeta ferd şerteke “nebe nabe” ye. Mafê jiyanê yê ferd mûtleq e û di ser her tiştî de ye. Di vê maneyê de ferd bêyî mafên ên din bide bin piyan, ji alî maf û hiqûqê ve divê miameleyek wekhev bibîne.

Partiya Maf û Azadiyan, dixebite ku maf û hiqûqa ferd di navenda xebatên xwe de bi cîh bike. Siyaset, ji bo afirandina civatek ku ji ferdên ku dixwazin berpirsyariyek aktîf bistînin, afirandêr û li gel piştgiriyê ne, bête kirin. Eger siyaset, di meyla kokirina afirendêriya ferdan û wan ber bi birina îtaetkariyê de be, hem ferd hem jî civak roj bi roj ji qeweta xwe dikeve û di dawiyê de rê ji bo sîstema ku ne ferd ne jî civakê qebûl dike re tê vekirin. 

Jêhatiya afirandêr û berpirsyarî ya ferd, hîmê çavkaniya hemû pêşveçûnên çandî, zanistî, civakî û aborî ye. 

Ji bo vê amancê Partiya Maf û Azadiyan, ji bo ku ferd bikaribe jiyana xwe bihêvoje dixebite ku jê re îmkanên pêdivî biafirîne.

Partiya Maf û Azadiyan, ji bo pirsgirêka Kurd li ser heqiyê bighîne çareseriyeke mayende; bi armanca ku mafên demokratîk û azadiyên civakî têxe bin ewlayiya destûra bingehîn û qanûnan, ji bo ji nû ve sazkirina sîstema siyasî û civakî hatiye damezirandin; çareserkirina pirsa Kurdî ya bi meyla aşîtî, demokratîk û wekheviyê, bi danûstendin û lihevkirina civakî diparêze. Ji bo pêkanîna vê yekê, wê dewletê li ser bingeha wekheviya Gelê Kurd û Tirk bi şikleke federalî ji nû ve saz bike. Partiya me wê ji bo pêkanîna vê yekê têbikoşe.

Partiya Maf û Azadiyan, bêyî ku xwe bi hevbendên siyasî yên heyî bi sînor bike wê hewl bide ku yên ku ji bikaranîna îdeolojî û rejîma resmî zirar dîtine û beşên firehtirîn ên civakî di zemîna mişterek a partiyê de bîne cem hev û ji bo vê yekê wê her cûreyên hewl û fedekariya pêdivî  bide nîşandan.. 

Partiya Maf û Azadiyan, hemu partiyên siyasî, grub, sendîka û rêxistinên meslekî ku dixwazin civakê bigehînin xeta medeniyetê; li gel çêtiriya hiqûqê ne, peyman û peymangirêdanên navnetewî li ser netewe dibînin, wan wek hêzên mirov dikare bi wan re kar û hevkariyê bike dibîne û dinirxîne.

Partiya Maf û Azadiyan, li welatekî wek Tirkiyê li hemû welatên ji alî pêşveçûna aborî û civakî paş ketine, li dij siyaseta zor û xwe çekdarkirinê ku xizaniyê zêde dike; îsrafa serkaniya, tikandîbûna civakî û tehdîtkirina aşîtiyê re rê vedike, ye; di çareserkirina pirsên herêmî û navnetewî de danûstendin û lihevkirinê dide pêşiya xwe. 

Partiya Maf û Azadiyan, piştgiriya têkoşîna azadiya neteweyên li bin zordestî û tadeyiya netewî ne, dike; ji bo hemû neteweyan mafê çarenûsî wek mafek pêdivî qebûl dike. 

Partiya Maf û Azadiyan, aşîtiya herêmî û navnetewî diparêze, Tirkiyek bi cîranên xwe û bi dinyayê re lihevkirî dide pêşiya xwe. Partiya me xwedî li peymanên navnetewî yên wek Yekîtiya Neteweyan, Qontrata Ewleyî û Hevkarî ya Ewropayê, Şertê Parîsê, Belga Mişterek a Hevbeşiyê û Krîterên Kopenhagê derdikeve û dixwaze ku Tirkiye paxavên xwe yên neheq ji peymanên navnetewî ku bi xwe teref e, rake û hiqûqa xwe ya hundir li gor wan pêk bîne. 

Partiya Maf û Azadiyan, şeffafbûn û vekirîbûnê ji xwe re dike prensîb, li Tirkiyê dike hedefa xwe ku, di serî de pirsa Kurdî, hemû pirsên ku pêşketin û pêşveçûnê dixitimîne, pêşiya aşîtiya civakî digre, çareser bike.

JI NÛ VE SAZKIRIN

Partiya Maf û Azadiyan, dewleta uniter red dike. Derbarê pirsgirêka Kurd de wek prensîb tayînkirina mafê çarenusiyê ya bi destê xwe, dipejrîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, ji nû ve sazkirina Tirkiyeyeke demokratîk û federal ya li ser bingeha wekheviya Gelê Kurd û Tirk  diparêze.

Peymaneke Civakî Ya Nû

Em, Ji bo Tirkiyê li gor normên hiqûqî ya navnetewî lihevhatî; zagonek ku pirdengî, hevbeşî, mafên İnsanî û esasiya çêtiriya hiqûqê qebûl dike, pêwist dibînin. Zagona ku em didin pêşiya xwe, di ser esasên pirdengiya civakî û çandî de ferdî be, di maf û azadiyên grûbî de wê bibe temînat.  

Zagoneke weha, wê bi hevbeşî û minaqeşekirina beşên fireh yên civakê bête pêk anîn; dewlet û civak wê li gor pirçandiyê û pirzimaniyê, pirbeşî-çîniyê û piroliyê ji nû ve bê sazkirin û demokratîzekirin; bi pêşxistina ferd û civaka sîvîl dê bixebite. Wê dewletek ku hemwelatiyên xwe ne wek berbend dibîne, lê dewletek ku ji hemwelatiyên xwe re xizmetê dibe, saz bike.

Em dixwazin ku, têgihîştina navendxwaza ademî bi destê hêvojkariya deverî bikeve jiyanê. Em vê yekê ji bo hem demokratîbûna dewletê hem jî ji bo civakê pêwist dibînin. Dema îdareyên herêmî bête bi rêkûpêk kirin, dê prensîbên gerdûnî yên hevbeşîtî û pirdengîtiyê bibe bingehîn. Emê hêvojkariya herêmî bigehînin saziya xwegerr. 

Qanûnên ku jibil biryara dadgeh û dengê gel rê nade ku birêvebirên hatine hilbijartinê ji karê xwe dûr bikevin, dê bêtin amadekirin. 

Partiya Maf û Azadiyan, wê dawî bo saziya otorîter î navendxwaz a dewletê bîne. Qanûnên hêvojkariya deverî dê ji nû ve bêtin amade kirin, jibil xizmetên karûbarên derve û parastinê, hemû xizmet bi amadekirina qanûna meclîsa herêmî, dê dewrî hêvojkariya xwegerr a deverî bête kirin. 

Belediye û Meclîsên Wilayetê li gor pirrengî û pirdengiya civakî dê bibin saziyên temsîlî yên aktîf

Karûbarên wek hîndekarî û perwerdekirin, tendurustî, ewleyiya hundir û bacên deverî dê dewrî hêvojkariya xwegerr a deverî bête kirin. 

Ji nûnerên Belediye û  Meclîsên Wîlayetê dê Meclîsa Deverî ya Herêma bête sazkirin.

Walî, qeymeqam û mudîrê ewlekariyê wê bi hilbijartinê bêtin tesbîtkirinê.

Ji bo bi destxistina aşîtiya civakî, dê Rejîma Rewşa Awarte ji holê bête rakirin; dê dawiya saziyên wek parêzgeriya gunda, tîmên taybetî, walîtiya herêmî bête anîn.

Parlamento, Hikûmet û Artêş

Sîstema hilbijartina heyî, rê nade ku beşên civakê yên cûda biteyise hêvojkariya herêmî. Partiya me ji bo guhertina vê wê sîstemeke demokratîk pêk bîne. 

Wê rê li hember nerûmetkirina parlamentoyê, bipeyketiniya kar ya parlamenteran, cirmkirina wan a dadî, ji ber ruşwet û hin sedemên din masûniyetê wekî zirx bi kar anînê bête girtin; piştekên qanûnî ku ji ber bîr û baweriyên ku dibin sedema sûcdarkirina parlamenteran wê ji holê bêtin rakirin.

Komîta Ewlekarî ya Netewî û hin saziyên din ku yên hilbijartî li hember ên tayînkirî bêtesîr dihêle, ji bûyîna saziya zagonî dê bête derxistin; rê li hember midaxelekirina karûbarê hundirîn a artêşê dê bête girtin, ji bo ku artêş bikeve bin fermana otorîteya sîvîl dê guhertinên pêwist ên qanûnî bête kirin..

Aazadiya Bawerî û Laîkî

Ji sîstema siyasî ya heyî ya li Tirkiyeyê re mirov nikare bêje sîstemeke laîk e. Sazûmana Karên Diyanetê ya Dewletê, bi bikaranîna mecbûrkirina dersên olî ya li dibistanan û her wek din midaxeleyê qadên olî dike, bêterefiya xwe ya li dijî azadiya olî û wijdanî wenda kiriye, ji hêlek ve li ser hin grûbên baweriyê zext û bandor datîne û ji hêlek ve jî hinekên din dike xwedî îmtiyaz.

Ji ber vê yekê jî, ol û mezhebekî dewletî derketiye holê.

Ji bo laîk kirina sîstemê em ê destê dewletê ji qadên olî bikişînin. Wê herkes di warê azdiya xwe ya baweriya olî de azad be. Wê dewlet li hember baweriyên olî bêteref be, wê ne ji ber baweriyên kesan an jî ol meheb û grûban zext û bandor li ser wan dayne û ne jî wan bike xwedî îmtiyaz.

Ji butçeya dewletê wê ji bo ol û mezheban par neyê veqetandin,  her beşên olî û mezhebî wê mesrefên xwe bi xwe peyda bikin. 

Dewlet wê tenê azadiya baweriyê bigire bin garantiyê û derbarê pêdiviyên aramiya gelemperî de wezîfeya venêraniyê (kontrol) bike. 

Azadiya Bawerî û Laîkî

Dewlet, li hember azadiya ol û wijdanê bêterefiya xwe wenda kiriye, ola dewletê û laîkiya dewletê derketiye holê. 

Ji ber vê yekê em, sazûmanek ku,  azadiya baweriya her ol û mezhebê diparêze, ji bo bi pêşdexistina baweriyan bikaranîna hemû navgînan qebûl dike, tu ol û mezheban nake xwedî îmtiyaz, diparêzin. 

Ji butça dewletê wê ji bo ol û mezheban par neyê veqetandin, her beşên olî û mezhebî wê mesrefên xwe bi xwe peyda bikin.

Hiqûq û Mihakeme

Partiya Maf û Azadiyan, li welêt ji bo çêtiriya hiqûqa hemdem û demokratîk; ji bo parvekirina edaletê bêyî ku bi derengî bikeve û bi awayek wekhev dê bixebite ku reformên hiqûqî yên pêwist pêk bîne. Di çerçeva zagona nû de hemû qanûn wê li gor pirdengî û pirrengîtiyê bêtin bi rêkûpêk kirin. 

Ji bo civakek paqij pêwistî çi bin dê bêtin kirin, ewleyiya hakim û mihakemeyê dê bête pêk anîn.

Ceza îdamê wê bi tevahî ji holê bête rakirin; mafên parastin û mihakemeyê wê bi sîqal û wekhev bin. Pêvajoya mihakemeyê dê bête şeffaf kirin, ji bo ferdan îmkana vekirîbûn û bi destxistina zeptên polês û raporên îstixbaratê wê bête afirandin. Daraz dê bête sîvîl kirin; Darezandina ceza de dadgehên destûrmendên taybet wê bên rakirin.

Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Hilbijartinê li gor pirdengiya welêt wê ji nû ve bête bi rêkûpêk xistinê.

Hîndekarî û Çand

Zanîn û afirendêrî di jiyana însan û pêşveçûna civakê de xwedî ciyekî girîng î navendî ye. Pêşketinên li warên teknîk û aboriyê, girîngiya zanîn û têgihîştîbûnê zêdetir kir. Di demeke ku telekomînîkasyon bêserûdawî pêşve diçe, komputer li gelek deveran û ji bal gelek kesan ve tê bikaranîn, gîhandina însanên zana û têgihîştî watiniyeke bivênevê ye.  

Ji bo amanca teşwîqkirina pêşdeçûna pedagojiyê, divê alternatîfên hîndekarî û perwerdekirinê bêtin holê. Ev yek di eynî wextê de dê azadiya hilbijartinê ya ferd zêde bike. 

Li Tirkiyê, siyaseta hîndekariyê li dij bingeha pirçandiyê, nîjadperest û şoven e.  Partiya me, wê hîndekariyê ji van hêmanan paqij bike; di navbera hem ziman û çandan hem jî ferdan de dê wekheviya fersendê pêk bîne. 

Ji bo ku hemwelatî bikaribin feyde ji îmkanên hîndekarî û zanistiyê bibînin, divê dewlet dev ji  malzemakirina  qezencê ya babeta hîndekariyê berde. Civakek ku hîdekariya xwe ya bilind ne biberhem be, nikare ji îmaknên demokrasiyê bi heqê xwe feyde bigre. Partiya me, bilindkirina seviya hîndekariya civaka Tirkiyê ku bi sedan sal hatiye îhmalkirinê, di serî de ji bo Kurdan, destpêkirina seferberlixa hîndekariyê pêwist dibîne. 

Partiya me, dema pîlana babeta hîndekariyê amade dike, wê prensîbên hiqûqî yên gerdûnî û peymanên ku Tirkiye bi teref e, bingeh bistîne, li gor avahiya pirrengî û pirzimanî ya Tirkiyê, pêkanîna mafê hîndekariyê dê bi rêkûpêk xistinên qanûn û hêvojkariyên pêwist bike.

Ji bo pêşdexistina karûbarên hîndekarî û perwerdekirinê li gor avahiya pirrengî ya civakê dê ji butça navendî para taybetî bête veqetandin.

Pirsa Jina

Li welatê me jin; di hîndekarî, çand, siyaset, huner û hemû warên civakî de rewşeke duemîn de ye. Partiya me di wê baweriyê de ye ku ji bo guhertina vê rewşa han ku di hemû warên jiyanê de ji helwîstên ku çavkaniya xwe ji îdeolojiya cinsiyetî tê û bi sedsalan e ku didome, divê prensîba cudatiya erînî bête xebitandin.

Bi vê amancê pirsa xwedîkirina zarokan ku hevbeşîtiya jinan di jiyana civakî de xurttir dike, bête çareserkirin; di kolan û taran de wê xaniyên xwedîkirina zarokan û zarokxanan bête vekirin. 

Di sazûmana hiqûqî de hemû qanûnên ku jin dike tabiê mêr dê bêtin guhertin, ji bo ku ev guhertin di jiyana maddî de bêtin bi cîh anîn dê tedbîrên pêdivî bêtin stendin. 
Partiya me ji siyaseta ku mêr di giraniyê de ne, nerehetî hîs dike. Ji bo ku jin bikaribe bibe xwedî ciyê ku bi xwe heq kirine, dê tedbîrên pêdivî bêtin stendin, rêkûpêkxistina qanûnî dê bêtin kirin. Zora ku jin dibînin, ji bêbaweriya ku ferd û civakê di xwe de hîs dike, tê. Ji bo ku civaka Tirkiyê ji vê şermiya ku şerefa jin rencîde dike bête xilaskirin, dê tedbîrên tundî bêtin stendin, hemû zorên ku li dij jin tên bi kar anîn dê bêtin ceza kirin.

Ji bo adetên ku rê didin ku jin di warê duemîn de bimîne, dawî be û ji bo ku jin bête rewşeke bi rûmet, bûyîna xwedî kar û meslek, dê bêtin teşwîq kirin, ji bo vê yekê proje û krediyên pêwist ên bê faîz bêtin temîn kirin.

Partiya me, piştgirî dide avakirina xaniyên ku jinên zordîtî xwe davêjin wê derê  û vê yekê teşwîq dike.

Ciwanî Dahatûya Civakê Ye

Partiya Maf û Azadiyan, di wê baweriyê de ye ku zarok û ciwanî dahatûya welêt in. Partiya me, Peymana Mafên Zarokan ya Yekîtiya Neteweyan wek bingeh distîne; ji bo ku ji wan re hîndekariyek baş, jiyanek bi tendurust û dahatûyek ewle pêk bîne, hemû tedbîrên xwe yên qanûnî distîne û pêdiviyan bi cîh tîne. Ji ber pêwistiya bûyîna dewleta sosyal, hêvojkariyên herêmî û navendî, dê xwedî li zarokên xizan, bêxwedî û kuçeyan derkevin û ji bo ew bibin hemwelatiyên baş, dê tedbîran bistîne.

Hîndekariya zimanê zikmakî, di danûstendina zarok û ciwanan bi malbat, derûdor û dibistanê de biakam e û di pêkhatina şexsiyeta wan de roleke hîmî dileyîze. Partiya me, dema siyaseta xwe ya hîndekariyê dixe jiyanê vê rewşê dide ber çavan. 

Tendurustiya Civakê, Siyaseta Derûdor û Meskenê

Partiya Maf û Azadiyan, mafê jiyana tendurust a însên girîng dibîne. Partiya me, xizmetbirina tendurustiyek hemdem û wekhev ji bo hemwelatiyên xwe, yek ji girîngtirîn watiniya dewletê dibîne. Bi vê amancê, ji bo pêşde xistina hekîmiya amojkar û parêzer dê tedbîrên pêwist bistîne. 

Ji bo hemû hemwelatiyan sîstemeke sîgortaya tendurustî bête sazkirin; di xizmetên tendurustî de qelîte di pîvana Yekîtiya Ewropoyê de, para mesrefên tendurustî jî dê di pîvana pêşveçûna însanî ya Neteweyên Yekbûyî de be. 

Partiya Maf û Azadiyan, ji bo gundên ku ji hin sedeman hatine xerab û valakirinê  ji bo ji nû ve avakirina wan, dê hemû tedbîrên pêwist bêtin stendin. Ên ku zirar ji vê yekê dîtine dê zirara wan bête dayîn û îmkanên paşde vegerîna wan amade bike. 

Partiya Maf û Azadiyan, jiyîna hemû însanan di meskenek lêhatî û tendurust de ji yek ji şertên hîmî ya bûyîna civateke tendurustî dibîne. Ji ber vê sedemê, di warên bajar û gundan de îmarek hemdem dipejirîne. Partiya me di baweriya pêdiviya çareserkirina bêsîqaliya navbera herêman de ye. 

Partiya Maf û Azadiyan, ji ber ku Tirkiye di xeta erdhejînê de ye, dê rêkûpêk xistineke hiqûqî ya nû pêk bîne. 

Partiya Maf û Azadiyan, di wê baweriyê de ye ku mîrasa hêjatirîn ku ji zarokên xwe re bihêle derûdor e. Partiya me, ji bo parastina curbicurî ya jîndaran, ji bo çavdêriya avakirina endustriya xwe ya bêpîlan î wek xureyan ku sîqala xwezayê xera dike û rawestandina bermayiyên endustriyê, dê tedbîrên pêwist bistîne.

Jiyana Kar û Sosyal

Partiya me, bawer dike ku ji bo hevbeşkirina dadmendiya sosyal, hatiniya li ser heqiyê, pêkanîna jiyana kar ya biberhem û hilberîn; pêkanîna wekheviya fersendê;  bi avakirina ewleyiya sosyal ji bo kesên jar re dibe.

Partiya Maf û Azadiyan, di kar û barên xwe yên civakî de, ji pêdiviya rêdana beriya berî însanên me yên rewşa xwe ya aborî û sosyal ne baş e, hereket dike. Partiya me, bawer dike ku riya afirandina civakek ku seviya xwe bilind e, ji piştgirî û ewleyiya dewlet, belediye û hemû rêxistinên sîvîl derbas dibe. Ji bo vê yekê jî partiya me, ji bo ku însan di jiyana xwe de bibin xwedî biryar,  ji bo pêkanîn û afirandina îmkanên îhtiyaciyên hîmî yên îsanan dixebite.

Pêkanîna mafên hîndekarî û perwerdekirinê, jiyana tendurust, meskenê, xebatê û hin wekî din ji watiniyên hîmî yên prensîba dewleta sosyal in. Li Tirkiyeyê heta niha têgihîştina “dewleta sosyal” bi temamî bi awakî vajî hatiye bi kar anînê, dewlet her tim li pêşiya hemû tiştî bûye û wek saziyek ku jê re xizmet bête kirin, hatiye nasandinê. 

Partiya Maf û Azadiyan, ji bo bicîhanîna prensîba dewleta sosyal bi awayê baştirîn, ji bo hemwelatiyan jî mafê xwestina mafên xwe ji dewletê dixebite. 
Partiya me, dê prensîbên Peymana Ewropa ya Parastina Mafên Însan û Azadiyên Hîmî û ILO’yê bide ber çav; mafê tevgirêdan a sendîkayî ya bipeyman î bitop û bikarberdan ji nû ve bi rêkûpêk bixe. 

Aborî

Li Tirkiyê, ji bo ku aborî bi rêkûpêk be divê dawiya avasaziya ku  bi musrîfî, îsrafa serkaniyan di warên li derveyî hilberînê, ruşwet, dizî û partîzaniyê li ser piya ye, bê anîn.

Partiya me, ji bo ku serkaniyên welêt li gor berjewendiya girseyiya gel a fireh bête bikar anîn; ji bo hilberîn û pirsên gelek girîng ên civakê bêtin xerc kirin, dê bi rêkûpêk kirinên pêwist bike û tedbîran bistîne. 

Di vî warî de ji bo ku çavdêriya gel bête pêkanîn, ji bo ku dizîtî û partîzanî bêtin rawestandin, dê di aboriyê de çavdêriya mihakemeyê û şeffafbûnê bête pêkanîn, tehsîsat û fonên ku mafê keyfiyetê dide hêvojkariyê, dê dewrî xezîneyê be.

Sîstema salyanê dê ji nû ve di ber çav re bête derbaskirin, qanûnên ku li hemberî biheqdestan in, dê bêtin guhertin, bi guhertina qanûnên ku wesfa sosyalî ya dewletê ji holê radikin dê salyane di bingeh de belav bibe û newekheviya di belavbûna hatiniyande dê bête çareserkirin.

Serbestiya prîvat a rahijmendî û cotkariya ku li gor qanûnan dixebite, mafên pisporên endustrî û tîcaretê bête parastin; rê li ber îxracata xeyalî, krediyên neheq, bidestxistina erseyên gel bi awayê erzan, îhaleyên bêrê û bi hîle talankirina mal û perên gel dê bête girtin.

Sermiyan û teknolojiya biyanî ku li gel berjewendiya welêt in, dê bêtin teşwîq kirin. 

Avasaziyên Aborî ya Gel (KİT) ku bûne warên talankirin û diziyê û bêberhem bûne, dê bêtin tasfiye kirin, aborî li gor berjewendiya gel a girseyiyên fireh, dê ji nû ve bête bi rêkûpêk xistin.

 

Siyaseta Derve

Partiya Maf û Azadiyan, ji bo mafê çarenûsiya neteweyan, nebikaranîna zorê di çareserkirina pirsên navnetewî û herêmî de, rawestandina pêşberkiya çekdariyê, xerckirina serkaniyan ji bo avakirina dinyayek wekhevîxwaz û aştîxwaz, dê siyasetek biakam bimeşîne. 

Partiya Maf û Azadiyan, dixwaze ku bi welatên cîran re di nav aşîtiyê de bijî û pirsan bi aşîtî û danûstendinan çareser bike.Ji bo ku em bibin perçeke dinyaya hemdem û Yekîtiya Ewropayê, emê tedbîrên qanûnî yên pêwist bistînin.

Bu Makele13435 Kez Okunmuştur
Perşembe, 04 Nisan 2013 13:10 tarihinde güncellendi