......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün5916
mod_vvisit_counterDün5058
mod_vvisit_counterBu Hafta10974
mod_vvisit_counterGeçen Hafta29320
mod_vvisit_counterBu Ay24483
mod_vvisit_counterGeçen Ay173308
mod_vvisit_counterTüm Zaman6518011

We have: 22 guests online
Senin IP no:: 18.207.130.162
 , 
Today: Nis 05, 2020

Beyana Meclîsa HAK-PAR’ê
AddThis Social Bookmark Button

Em wek HAK-PAR çareseriyeke rastî, aşitî û demokratîyê dixwazin

Meclîsa HAK-PARê di 31ê Tebaxê-1ê Îlonê da li Enqerê, di navenda giştî ya teze da tevî serokên rêxistinên parêzgehan civîya, li ser babetên rojevê da û stend, bûyerên balkêş yên der û hundur nirxand.

 

 

HAK-PAR rejîma eskerî ya Mısrê gunekar dike

Meclîsa me rejîma eskerî ya Misrê gunekar dike, ku dest da ser hukim û bi vî awayî pêvajoya guhartin û demokratiyê qut kir û dijî  gelê masûm qetlîam kir. Em dixwazin Mûrsî û hevalên xwe bên berdan, rojkî berê hilbijartina giştî çêbe û ji raya gel ra hurmet bê nîşandan.

 

Ji bo çareseriya pirsa Sûrîyê tiştê ku lazim e ne şer e, lê bi hevra rûniştin û lihevhatin e.

Şerê sûriyê di van rojên dawî da giha derecekî dijwartir, him li Kurdistana Rojava belav bû him jî li dor Şamê çekên kîmyewî bi kar hatin û bi sedan kes ji ber vê mirin. Ji bo karanîna çekên kimyewî mixalefeta Sûrî, Tirkîye û Amêrîka rejîma Esed gunekar dikin, lê Esed, Îran û Rûsya jî mixalefetê sûcdar dikin. Amêrîka dibêje “bi vî awayî xetên min ên sor paymal bûn û dikarim êrişeke eskerî bibim ser Sûriyê.”

 

Em wek HAK-PAR di wê qeneetê da ne ku midaxaleyeke han vê pirsê çareser nake, lê dikare rewşa heyî zêdetir aloz bike, agirê şer li welatên cîran jî belav be. Helbet, divê sazîyên navnetewî, berî hemûyan jî Yekitîya Milletan, her usa jî dewletên mezin li himber vî şerê dijwar bêdeng nemînin, ku ji nuha va bûye sedemê 100 hezar kuştî, koça milyonan kes û wêraniya bajar û gundan. Lê tiştê ku divê bê kirin ne di şer da beşdarbûn e; divê şer bê sekinandin û hemû teref bi hevra rûnin û li hev bên. Divê ji bo aşitîyê riya demokratîyê vebe û mafên hemû terefan bê parastin. Ger Yekitîya Milletan, bi taybetî DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amêrîka) û Rûsya bixwazin ev yek dibe.

 

Bi raya me çareserî avakirina Sûriyeya demokrat û federal e. Divê destûreke teze ya demokrat bê çêkirin û bi riya hilbijartineke giştî û serbest parlamen û hukumeteke teze bê avakirin. Gelê Kurd jî divê di herêma xwe da, di Kurdistana Rojava da, karê xwe bi destê xwe rêva bibe. Ew jî gor biryara xelkê vê heremê yan federalî ye, yan jî xwemuxtarî.

 

Konferansa Cenewrê mixabin gelek dereng ket, Divê ev konferans rojkî berê bicive û ji bo çareseriyeke han kar bike. Partiya me dixwaze ku Kurdên Rojava jî bi riya nûnerên xwe di vê konferansê da beşdar bin.

 

Li Kurdistana Rojava, pirsgirêkên nav Kurdan mixabin hîn jî berdewam in û di navbera wan da carina şer û pevçûn jî çêdibe. Pêvendîyên PYDê bi hukumeta Esed ra ji bo van pirsgirêkan sedemê esasî ye. PYD bi saya hêza xwe ya eskerî rê li ber kar û xebatên rêxistinên dinê digre, dixwaze temamiya herêmê bi xwe qontrol bike û guh nade esasên yekitîya ku bi pêşengiya birêz Mesud Barzanî  çêbû bi navê Desteya Bilind.

 

Ji bo ku gelê me yê vî parçeyî bigihîje maf û azadîyên xwe û karên herêma xwe bi destê xwe bi rêva bibe, divê di navbera partiyên vî parçeyî da pêvendîyên demokratîk avabe, ew yekitîyeke xurt pêk bînin. Bona vê yekê divê hemû kes bi berpirsiyarî kar bikin û PYD jî dev ji şaşiyân berde.

Kongra Netewî ya Kurd

Di van mehên dawî da Kongra Netewî di rojewê da ye û eger careke din tehîr nebe, ewê di 15ê îlonê da li Payitextê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê kom be. Em ji bo civandina Kongra Netewî kêfxweş in. Ew bûyereke mezin û dîrokî ye ji bo Kurdan.

 

Li aliyê din, ji bo serketina Kongrê divê hemû partî ne gor mafên xwe yên teng, lê gor vê gavê dîrokî kar bikin.

 

Di dema hazirîya Kongrê da mixabin hemû partîyan rê û firsend ne dîtin ku di Lîcna Amadekar da cî bigrin. Ji ber vê, nekarîn daxwaz û pêşniyarên xwe bigihînin Lîcnê, rola xwe bilîzin û di vê qonaxê da çi dibe çi nabe pê bihesin. Dîsa jî Partiya me wê tevî Kongrê bibe û ray û pêşniyarên xwe bigihîne civînê.

 

Her usa jî, bo ku Kongre ji bo tevgera Kurd roleke erênî bilîze, berhemên baş bide, divê rewş û rastiya welat û dinyayê bide ber çavan, di navbera partî û rêxistinan da pêvendiyên demokratik pêk bine, ango divê ew hurmeta hebûna hevdu bikin û mafên gel li pêşiya hertiştî bigrin. Hêvî û daxwaza me ev e ku Kongra Netewî kar û xebata xwe gor van esasan bi rêva bibe.

 

Ji bo çareserî û aşıtî divê PKK dev ji sîlehan berde û dewleta Tirk  jî hemû mafên gelê Kurd nasbike

Li Kurdistana Bakur, ew pêvajoya ku bi navê “çareserî û aşitî” dimeşe, van rojên dawî li himber gelek tengasiyan rûberû bûye. Hat gotin ku qonaxa pêşî bêdengkirina sîlehan e ji bo herdu alî û vekişandina hêzên çekdar yên PKK ye ber bi wî alî sînor. Usa xuya ye ku ev qonax hîn temam ne bûye. Hukumet dibêje PKK heya nuha tenê % 20ê gerîllayên xwe birîye wî alî sînor û dil tune yê din vekişîne. PKK jî dibêje ku qonaxa pêşî temam e, divê hukumet vadên xwe bi cî bîne û gavan bavêje; eger ev yek nebe dibe ku pêvajo bikeve tengasiyê û hertişt vegere rewşa berê.

 

Ango vekişandina hêzên PKK wî alî sînor heya çi derecê pêk hatiye û piştî nuha çi biqewime ne zelal e. Serokê PKK Ocalan gotibû ku êdi dema şer û silehan derbaz bûye, divê PKK bi temamî dev ji sîlehan berde û ji nuha şunda kar û xebata xwe bi rê olaxên aştiyane bi rêva bibe. Eger PKK jî gor Ocalan dike, ku gotibû wê bike, hingê divê ji bo çekberdanê li maneyên poşmaniyê negere û ji vir ha da ji bo gelê Kurd çi dixwaze bi rê olaxên sîyasî û aştiyane bixwaze û metodeki han bide pêşiya xwe.

 

Hukumeta Tirk jî divê baş bizane ku çareserî û aşitî ne tenê çekberdana PKKê ye. Divê hukumet bo çareseriya pirsa Kurd dereng nemîne û gavan bavêje. Bo vê yekê ne şert e ku bi PKKê ra bazarî bike. Aşıtî û çareserî bi naskirana mafên bingehîn yê gelê Kurd dibe. Divê destûra teze (Makzagon) jî bi rastî destûreke demokrat be û mecalê bide çareseriya pirsa Kurd. Divê dewlet ji tirs û bendên sed salî xwe xilas bike, gor civata pirrengî bê guhartin, şiklekî teze bigre. Divê nasnama Kurdan, heqê perwerdebûn bi zimanê dayikê û heqê rîvebirina kar û barên herêmî bi destê gelê herêmê di vê destûrê da cî bigrin.

 

Mixabin îro hukumeta Tirk ne xudan plan û projeyeke han e ku bikaribe vê guhartinê pêk bîne, pirsa Kurd çareser bike û aşitî bîne welat. Van rojên dawî behsa pakêteke teze ji bo demokratiyê tê kirin, lê qasî agadarîyên ku di çapemeniyê da cî digre, di vê pakêtê da ji bo çareseriya pirsa Kurd tişteki usa berbiçav tune. Partiya Mixalîf a Mezin, ango CHP jî ne xudan projeyeke han e. Mixabin vê partîyê ji sazî û destûra heyî ra sîngê xwe kiriye mertal, naxwaze tu guhartineke baş çêbe.

 

Hingê mixabin mirov nikare ji bo çareserî û aşitî xweşbîn be. Em wek HAK-PAR ji bo pirsa Kurd çareseriyeke rastî û aşitîyeke rastî, ango guhartineke esasî dixwazin. Divê hemû terefên berpirsiyar ji bo vê yekê kar û xebat bikin. Da ku ev pêvajo qut nebe û şer cardin dest pê neke; divê hemû kesên welatparêz, hemû kesên ku qîmetê didin azadî û aşitîyê çi ji dest tê bikin.

*   *   *

Meclîsa Partiya me avakirin û vekirina rêxistinên teze (Mêrdîn, Konya, Dep (Qereqoçan) û Tatvan) di van sê mehên dawi da nirxand û giha wê qeneetê ku mezinbûna partiya me berdevam e. Meclîsê gazî hemû sazî, endam û dostên Partiyê  kir ku nuha şunda jî ji bo karê rêxistinî çi ji dest tê bikin.

 

Meclîsa Partîyê li ser hilbijartinên herêmî jî sekinî û hazirîyên Partiyê ji ber çav derbaz kir. Meclîsê biryar da ku rêxistina me çi ji dest tê bike da ku di hilbijartinê da berhemê herî baş bê girtin, gazî hemû sazî û endamên Partîyê kir ku ji bo vî karî seferber bin.

 

Gel û welat hewcedarî HAK-PARê ye ji bo çareserî, aşitî û demokratî.

 

Bila 1ê Îlonê, roja aşitîyê pîroz be!

 

1 Îlon 2013

Bu Makele3545 Kez Okunmuştur
Salı, 03 Aralık 2013 09:48 tarihinde güncellendi