......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün3878
mod_vvisit_counterDün4628
mod_vvisit_counterBu Hafta40604
mod_vvisit_counterGeçen Hafta36541
mod_vvisit_counterBu Ay83597
mod_vvisit_counterGeçen Ay162898
mod_vvisit_counterTüm Zaman3632732

We have: 46 guests, 9 bots online
Senin IP no:: 54.167.15.6
 , 
Today: Dec 15, 2018

HİLBİJARTİN Û TOTİKÊN ( PAPXANÊN) YEKÎTÎYA KURDAN
AddThis Social Bookmark Button

HİLBİJARTİN Û TOTİKÊN ( PAPXANÊN) YEKÎTÎYA KURDAN

Latif EPÖZDEMİR

Dema ku hilbijartin nêzik dibin hinek kes û dem û dezge dest davêjin nivsandina şanonameyan.Aqil belav dikin xwe aqilmend û zana hisab dikin, bazirganîya “yekîtîye netewî” dikin,wek totikên şaneşînê qala “yekîtîyê” dikin,şîreta li rayedar û sîyasetmedaran dikin.Di halek de ku ew zatên şerîf ji hilbijartinek heta ya din welatperwerî û yek^rêzî tê bîra wan,xwe serdestê partîyan digrin,xwe şareza û pispor û zanayê sîyasetê û civaknasîyê dizanin.Qal u qise û gotinên qerase dikin,behsa berjewendî û mafê bilind ê “milli” dikin. Ya rast her çend ew zat û zewat xwe di sîyasetzanîyê de pispor jî bizanin, lê ew heta ku destûr neyê newêrin bêjin ku em mirovin jî.Bi qederê destura wergirtî şirovekarîyê dikin.

Li Turkîyê rewşa şerpeze a siyaseta Turkvan (Tirkperwer) li holê ye. Sîyaseta bereya Turkvan li ser dek û dolap,fêl û finaz, derew,buxtan,çavnebarî û entrîkayên Bîzansî hatîye ava kirin.Bazara wan li ser wezîr û mibaşir,û şêwirmend û midûr û sazîy3en dewletê ye.Armanca wan ne maf û azadî û berjewendîyên welatin; lê zêdetir şelandin û zêrandin, dewlemendî,serwet û saman,imkan û guncan,mal û milka bi gengn nin.Bereya sîyaseta Turkvan bi gengeşî û teşqeleyên xwe ve bil adi cî da bimîne, em werin ser sîyaseta Bakûrê Kurdistanê.Ka gelo rewşa sîyaseta Kurdistanîyan di çî halî de ye, em dubare bikin.

Bazara rengîn a sîyaseta bereya Kurdan e.Wek bazarek bi xeml û xêz,cure bi cure dezgê têne danîn 3u herkesek li ser dezgê xwe wek Totîyên berbangê, minê hilbijartinê wek Dîkên serê sergo, fenanî şalûl û Bilbîlê serê dara Gûlê dest bi bangewazîyê dikin:”Kurdno bibin yek”. Gelek kes û dezgê qonqxê hilbijartinan wek qada hilberin ticaretê hesab dikin.Xwe serdest û “ruspî” dizanin, xwe şêwirmend û welathizên payebilind dizanin,şiretan li rayedar û siyasetmadaran û her wiha rêxistin û partîyan dikin.Di rastîyê de mejîyê wan di binipotekê deye,rohê wanêsîr e, zar û zimanê wan bikirêgirtî ye.Begêd wan çî û çiqas icaze dabî ewqas kelamfiroşîyê dikin.Xwe şîrin dikin ka gelo ji vê qadê tiştek ber wan jî nakeve gelo. Devê xwe vedikin dibêjin: “mafên netewî” digrin dibêjin:“Yekîtîya hêzên Kurd” û “hevkarîya hêzên Kurd”

Helbet “yekitî,yekîtîya netewî, yekîtî û hevkarîya hêzên milli û Kurdewer” gelek peyv û hevokên xweş in.Dema qala van tiştan dibe mirov kelecanî dibe, xweşdil û ruhşad û kêfxweş dibe. Tu kesek welathiz nîne ku ji van gotinan nerihet bibe yan aciz bibe.Lê eger ji “yekîtîya netewî”; mebest “yekîtîya hêzên netewî” be,lazime em bizanin ka gelo li bakurê Kurdistanê hêz û partîyên “netewî”,yanî “Kurdewarî” kîne û çima nabin“yek” yan Jî nabin “hevgirtî”.

Lewra bêguman “yekîtîya netewî” di navbera “hêzên netewî” de pêk tê. Hêzên netewî ewin ku “maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê li pêş hemu helwestek digrin.Tekoşîn û xebatên xwe li gor serketin û serfirazîya milêtê xwe ava dikin.”Bîyanîperest” nînin û li ser axa welatê xwe nabin “gîyayên bejî” yan “gayê ser beydera xelkê”Rêxistînên Kurdistanî ser û dilê xwe, li ser Kurdistanek azad diêşînin.

Ka em binêrîn rewşa rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê çawan e.

1-Di bereya sîyaseta Kurd de çend rêxistinên Kurd henin.Ji wana yek HAKPAR e.( Partîya Maf û Azadîyan).HAKPAR bi giranî di bernama xwe da li ser azadîya Kurdistanê di ponije û bi eşkereyî ji Kurd û Kurdistanê pergalek “federali” pêşkêş dike.HAKPAR yekem rêxistine di Kurdistanê de ku bi resenî helwesta federasyonê xistîye bernameya xwe û ew bername ji alîyê dadıgeha Bilind ve hatîye pejirandin.Ev yek destkevtîyek gelek mezine ji bo hemu Kurdistanîyan.Xêncî HAKPARê tu rêxistinek demokratik nîne ku karîbe bi fermî” federalîyê” di bernameya xwe bicî kiribe. Helbet ev yek şens û talih û siûdek mezine.Evdestkevtîyek kargere di paşaroja sîyaseta Kurdewarî de.

HAKPAR, bi wijdanek pak û xawên heta îro xwe ji tundî û şedadîyê parastîye, tevgerên tundperest ne pejirandîye, her tim şêwazek demokratik û aştîyane daye ber xwe,ji rêya gengeşî û guftugoya demokratik derneketîye.

Hetanî niha beşdarê çar (4) hilbijartina buye û car bi car dengê xwe zêdetir kirîye.HAKPAR li gor yasayê komara Turkîyê partîyek resen û fermî ye.

HAKPAR buye piştgir û piştevanê serxwebuna kurdistanê li başûrê Kurdistanê.İxaneta Kerkûkê bi rik riswa û tifubaran kirîye. Şîrheramîya xaîn û hevkar û hevalbend û dost û yarên bereya îxanet û nexêrxwazîya Kurdistanê, jidil û bi tundî şermezar rikbar kiriye.

HAKPAR, hetanî niha neketîye nav hisab û dek û dolabên li dijê mafên Kurd û Kurdistanê.Mejîyê xwe nedaye bi kirê, dilê xwe ne xistîye êsîr û dîlê hêzdar û desthilatdaran.

2-Xêncî HAKPAR’Ê,çend partî û rêxistinên din jî hene ku,berê dinav HAKPARÊ de bun, birêvebir û sazumankar û damêzrênerê HAKPARÊ bun.Desteyek ji wan bername û rêbaza HAKPARÊ bi destê xwe nivisandin, ku HAKPAR a îro ji wê bername û rêbaza destpêkê yek peyvek jî neguhastine, her wisa parastine hetanî van rojan. Wan hevalan,di gel rêveber û serwerên HAKPARÊ yên îro,nêzikê şeş salan HAKPARÊ îdare kirin,birêve birin,bune serokê HAKPARÊ,( Bayram Bozyel,Sertaç Bucak) bune cigirê serokê HAKPARÊ,endamê Meclis,şerok bajar û berpirsê herêm û navçeyan.

Piştî ked û emegeke binirx, desteyek jî wan,rojek ji nişkave rageyandin ku ew ji HAKPARÊ cuda dibin. Belesebeb beleheq. Me got qey ev xewneke.Heta îro jî tu sedemek mehqûl pêşkêşê bîrûraya demokratîka Kurd nekirine.Lê piştî veqetan û cudabûnê çun rêxistinek nu damezrandin ku bername û rêbaza wê her wekî ya HAKPARÊ ye.

Niha gilî û gazin ji HAKPARÊ dikin ku HAKPAR çima bi wan re yekîtîyê çênake…

Em jî dibêjin HAKPAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêşert û bêmineqeşê û gengeşî,em dîsa weke berê HAKPARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAKPARÊ yê wenee jî.Werin li destkevtîyên xwe xwedî derkevin.

Lê nayên, her yek destmalek bi destan rabune govendê, kilamek li ser zimanê wane : Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.

3-Desteyek ji hevalên çilsale ku, hêza wan a biserxweya demokratik û legal,Partîya Demokrasî û Aştîyê bi rêk ûpêk ,têkûs û rêxistî, hebu û karê xwe bi camêrî dimeşand,fedayê rêxistinek, piralî, pirdeng û pirreng kirin,vê partîyê bi destê xwe ji bo xatir û armanc û helwestek pîroz, girtin, betal kirin.Piştî vê biryarê;HAKPAR, dîsa bi destûr û biryara wan hate damezrandin,yek ji wan rêveberê çilsali du deman bû serokê HAKPARÊ jî.Evan hevalan qirar dan ku partîya wan a xef û ilegal, xwe eşkere bike. Amenna heqe. Tu hêzek ji kêfa xwe re xebata jêrzemînî nadomîne.Eger mecal û fersend peyda bun divê derkevin rûerdê û eşkere bixebitin.

Mixabin dostên çilsalê qimq xwe bi rewş û sîruşta HAKPARê ne anîn. Xwestin ku dahol di milê HAKPARÊ de be lê, toqmak bi destê wan be.Hicetek derxistin gotin bila HAKPAR navê xwe biguherîne, kelîma “KURDİSTAN” lê zêde bike.Ev pêşnîyar ji alîyê Meclîsa Partîyê a HAKPARÊ ve, bi sedema ku navê Kurdistanê HAKPARê ji holê radike, destkevtîyê HAKPARÊ ku heta wê demê sê caran beşdarê hilbijartina buye û heqê cara çaran a sala 2015 yan ji bideste,wê jîdest derkevin, pêşnîyara “Kurdistan” navlêkirinê,zû û bêwext dît,bi paşve vegerand û qebul nekir. Piştre kongreya giştî civîya, li ser navê wan hevalek rabu listeyek cuda amadekir û xwest ku bibe serokê HAKPARÊ, HAKPARÊ wek darek bêbelg bihêle,bike yek reng û partîyek ideolojik,homojen.Lê delegasyona HAKPARÊ vê fersendê neda wan ku bikaribin bigêjin armanca xwe.Bivê boneyê hevalên çilsale,terka dezgeyê malbata bab û kalan kirin û cûda bun, ewan jî partîya xwe bi xêr û silamet, damezrandin.

Niha ev heval jî hewar û gazî dikin dibêjin” yekîtiya neteweyi”. “Yekîtiya Kurdan”.Her wiha gili dikin ku HAKPAR yekîtîya Kurdan têk dibe,guh nade bangewaza hêzên Kurd”

El însaf û merhamet.Ka kengê HAKPAR tiştek wiha gotîye yan kirîye.Ma ne şerme ev neweyî,neyartî û bûxtan û îftirayên ku têne kirin.HAKPAR dibêje werin xwedî li berhema çilsale a bab û kalên xwe derkevin,ev mal mala we ye jî.Kerem bikin hun ji werin ji bo Kurd û Kurdistanê, dev ji mafê piçûk berdrin, di vê platformê de cih bigrin.

Em, dibêjin HAKPAR ji alîyê we ve hate danîn, werin bêşert û bêmineqeşê û gengeşî,em dîsa weke berê HAKPARÊ birêve bibin.Destkevtî û nirxên HAKPARÊ yê wene jî.

Werin li destkevtîyên xwe, xwedî derkevin.

Dema hilbijartinên 2015’yan de,me ji wan re jî got, qenebe rabîgênin ku HAKPAR navnîşanek netewîye, dengê xwe bidin HAKPARÊ. Hemin serokê we yê penaber dema ku bi fermî hate Amedê û Partîya xwe da eşkere kirin, wê demê gotibu ku:” mixabin heqê dengdana min tuneye.Lê eger hebuya minê dengê xwe dabuya HAKPARÊ”

Wê yekê jî nekirin.Lewra dengê xwe nedane HAKPARÊ.

Ev yek bi zanîn yan bi nezanîn, bidizî piştevanî kirina HDP bû, ev yek, bikêrî HDP’ê hat.

Di halek de ku, HDP bi bernameyek “Turkîyatî” derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tiştek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. Mixabin ku bi vî rengî dengê “parêzgerên me yên Kurdperwer,geyiştin HDP ya ( yek welatxwaz,yek alxwaz,yek dewletxwaz, Turkîyadar) “Tek vatan” ci û “Turkîya cî.

Yê wan ji nîha heman kilamek li ser zimanê wane: Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.

--WÊ Bİ DOMİNE: HİLBİJARTİNÊN 2015’YAN Û HAK-PAR---

Bu Makele11961 Kez Okunmuştur