......
Türkçe (Türkiye)KürtçeEnglish

E-UYELİK SİSTEMİ

SEÇİM BİLDİRGESİ

mod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_countermod_vvisit_counter
mod_vvisit_counterBugün531
mod_vvisit_counterDün6394
mod_vvisit_counterBu Hafta34737
mod_vvisit_counterGeçen Hafta49205
mod_vvisit_counterBu Ay117925
mod_vvisit_counterGeçen Ay187411
mod_vvisit_counterTüm Zaman4402805

We have: 34 guests online
Senin IP no:: 3.95.63.218
 , 
Today: Apr 19, 2019

HAK-PARê li Diyarbekirê Konferansek li ser zimanê dayîkê çêkir
AddThis Social Bookmark Button
2019-02-23 23:18

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê bi munasebeta 21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê, îro li Diyarbekirê konferansek çêkir. Di Konferansê de Bilal Zilan, Saîd Veroj û Hemîd Kiliçaslan derbarî pirsên zimanê kurdî qisekirin. Civîn di modetaroya nivîskar/siyasetzan İbrahîm Güçlü de hat rêvebirin. Civîn li xanîyê Weqfa Rîya Azadî derbasbû.

Said Veroj derbarî rewşa zimanê kurdî de got ku, hin gavên ku çend sal berê ji aliyê hukumetê ve hatin avêtin wek; destpêkirina dersa kurdî wek derseke hilbijartinê û xwendina ziman û wêjeya kurdî di çend unîversîteyên de, dikaribû sûd bidana zimanê kurdî, lê wisa nebû. Partîya HDP, sendîkayên wek Eğitim-Sen bi tundî li dijî wan gavan sekinîn. Propagandayeke wisa kirin ku di çavê kurdande reş bikin, nehêlin kurd zarokên xwe bidin qeydkirin ji bo ku dersa kurdî hilbijêrin. Bê guman Hukumata Tirk niha gelek razî ye ku jimara zarokên qeydkirî gelek kêm e. Veroj di berdewamîya axaftina got ku ji nav bisthezar mamosteyên ku hildane kar tenê 3 mamosteyên kurdî hene.

Bîlal Zîlan jî li ser rewşa dimilî/zazakî gotarek xwe xwend. Pirsgirêkên heyî destnîşan kirin. Siyasetmedar û endamê Koma Kurmancî Hemîd Kiliçaslan jî li ser hin pirsên ziman sekinî û derbarî xebatên Koma Kurmancî de agadarî dan.

Sedat Çinar ku li ser navê HAK-PARê axaftineke xurt kir, got pirs di bingehê xwe de pirseke Yasaya Esasî ya Tirkîyê (Anayasa) ye . Divê em ji bo guhertina yasayı bixebitin. Rêlibergirtina Asîmîlasyonê weha dikare mumkun be. Divê perwerdeya bi zimanê kurdî di yasaya bingehîn de bête bicîkirin.

Bu Makele132 Kez Okunmuştur