BILA 2010, BIBE SALA KU HÊVIYÊN GELÊ ME BICİH WERİN |
Gelê me yê ezîz,
Tekoşîna me ya sedsali ya ji bo azadî û jiyaneke birûmet di sala 2009an de gihîşt qonaxeke nû.
Derbarê pirsa kurd û gelê kurd de li dinê û li herêmê pêşveçûnên teze, hêvîyên me xurt dikin. Siyaseta Dewlet a Komara Tirkiyeyê ya li ser red, înkar û zordestiyê hatiye avakirin hilweşiya û gelek saziyên dewletê jî pejirandin ku ev polîtîkayên zordestî û înkarê biserneketine û herweha hilweşiyane.
Di roja îroyin de pirsa kurd bi hemû aliyên xwe di rojeva Tirkiyeyê cih girtiye. Gengeşiyên derbarê vî mijarê nêvenga ku ji bo çareseriya pirsê hewcedarî pê heye ava dike. Êdî daxwazên gelên me di raya giştî de zêdetir mafedar tên dîtin. Pêvajo di çarçoweyeke ku pirsa kurd bi awayeke aştiyane û demokratîk bê çareserkirin, xurt dibe.
Lê dîsa jî hê wext ji me re divê. Lewre her çiqas AKP ji bo çareseriya pirsê bi navê “Rêlibervebûna demokratîk” ketibe nav hewldanekê jî, derbarê çareseriya pirsa kurd ne xwedî siyaseteke zelal e û ji ber vê yekê ye ku AKP bi tena serê dê nikaribe pirsê çareser bike.
Ji aliyê din ve hêzên statukoperest û şerût ku bi neçareseriya pirsê hebûnên xwe didomîn, ji bo pêvajo bê sabotekirin çi ji destên wan tê, dikin. Wusa diyar e ku bi pêşketina pêvajoyê dê ev derdor hê jî hartir bibin.
Azadiya gelê me û pirsa demokrasiyeke li gor pîvanên navneteweyî bi hemû aliyên xwe li hêviya me ne. Em baş dizanin ku çareserî ne hêsan e. Lê bidesxistina azadî û demokrasiyê karê me ye. Dê ev bibe serkeftina gelê me.
Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd û nûnerên wê yên siyasî zêtedir mudaxeleyê pêvajoyê bikin. Ji ber vê yekê pêkanîna însîyatîfeke neteweyî ji bo hêzên gelê Kurd berpirsiyarîyeke dîrokî ye.
Wekî din ji bo dek û hîleyên hêzên nepenî û xêrnexwaz neçin serî û ji bo pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe, hewcedarî bi yekîtiya hêzên gelê Kurd û gelê Tirk yên demokrat û alîgirên guhertinê heye. Ji bo ev pêvajo bi selametî bighîje armanca xwe eniyeke demokrasiyê ya ku dê li gor rastiyên Tirkiyêyê bê avakirin, gelek girîng e.
Gelê me yê birûmet,
Dinyaya me ji aliyê demokrasî, aştî, azadî û mafên mirovan de her diçe baştir û xweştir dibe. Mafê me kurdan jî heye ku em li vê dinyayê bi awayeke azad û birûmet, din av ewlekariyê de bijîn. Ji daxwaza jiyaneke wekhev û azad meşrûtir tiştek tune. Bêguman wekheviya gelê Kurd û gelê Tirk ji bo berjewendiyên gelê Tirk e jî. Ev rastî di civata gelê Tirk de jî roj bi roj tê pejirandain û em bi vê yekê gelek kêfxweş in.
Ji ber vê yekê sala 2010an xwedî girîngiyek e. Bidestxistina azadî û demokrasiyê di destê me de ye. Bi hêviya ku hemû hêviyên me yên derbarê jiyaneke azad û birûmet bı cih werin, sala 2010an pîroz be.
Bayram BOZYEL
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan
|