ENDAMÊN PARTIYA ME DI DADGEHÊ DE XWE BI KURDÎ PARASTIN |
Doza ku ji ber belavokên bi zimanê kurdî yên di pêvajoya hilbijartinên Adara sala 2009an de, li birêvebir û endamên partiya me hatibûn vekirin, li Dadgeha Cezayê Asliyê ya navçeya Licê hat dîtin. Endamên me, di dema îfadedayînê de xwe bi zimanê kurdî parastin.
Birêvebir û Endamên me Eşref Çakan, Diyar Arcan, Şêxmus Demirtaş ku ev roj (03.03.2010) li Dadgeha Cezayê Asliyê ya navçeya Licê îfadeyê wan hat girtin, ji aliyê parêzer Sebahatîn Korkmaz û Hamiyet Çelebî ve hatin parastin. Endaman di îfadeya xwe de ew îdîayên dadgehê wek sûc qebûl nekirin û diyar kirin ku belavkirina belavokên bi kurdî, mafê wan yê herî mirovî ye û divê dadgeh vê dozê betal bike.
Birêvebirê Şaxê Amedê Eşref Çakan ku xwest bi kurmancî îfade bide, ji aliyê dozgêr ve bi tundî hat astengkirin. Li ser vê yekê, parêzer Sebahatîn Korkmaz mafê axaftinê girt û bi dengeke bilind nerazîbûn li hember helwesta dozgêr nîşan da û weha got; “Mafê te tune ku tu midaxeleyê usula dadgehê bikî. Cihê ku tû lê rûniştî, ne cî û mafê te ye, ew kêmanî û xeşîmiya merengozê ku wê kursiyê çêkirîye, ye. Ji ber vê jî ev helwest û nerazîbûna te, ne di cîh de ye.”
Piştî vê axaftina parêzer Korkmaz, heyeta dadgehê mecbûr ma û ji bo tercumekirina îfadeyan, wergêrek anîn ku ew bixwe jî ne tirkî û ne jî kurmanciyeke têkuz dizanibû. Eşref Çakan dest bi axaftinê kir û weha got; “Di kar û barên siyasî de bikaranîna zimanê kurdî, mafeke meşrû û xwezayî ye. Ev yek ango bikaranîna zimanê kurdî, jixwe li gor peymanên navneteweyî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatine îmzekirin, mafeke meşrû û xwezayî ye.
Wek nimûne; Peymana Lozanê ku di Tîrmeha 1923an de ji aliyê Tirkiyeyê ve jî hatiye îmzekirin de, hatiye destnîşankirin ku li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî, gel û hindikahiyên ku li Antolyayê dijîn, dikarin di hemû qadên jiyanê de zimanên xwe bi awayeke fermî bikar bînin. Jixwe di demên dawî de hikumetê di warê bikaranîna zimanê kurdî de hin gavên erênî avêtine; vekirina TRT-6ê, vekirina beşa kurdolojiyê li zanîngehan û wd. Di vê çarçoveyê ew tiştê kum e kiriye, ne sûc e û ji ber vê yekê jî em berata xwe dixwazin.”
Diyar Arcan û Şêxmus Demirtaş jî, di îfadeya xwe ya bi kurdî de eşkere kirin ku axaftin, xwendin, nivîsandin û siyasetkirin ya bi zimanê kurdî, mafê meşrû û xwezayî yê her hemwelatiyê kurd e û ji ber vê yekê jî ew, wê tawanbriya ku ji aliyê dozgêr ve derheqê wan de hatiye îdîakirin, qebûl nakin û daxwaz ji heyeta dadgehê dikin ku biryara betalkirina vê dozê bidin. Arcan û Demirtaş, herweha destnîşan kirin ku ew jî, xwedîtî li xweparastina Çakan dikin û îmze davên bin wê.
Piştî îfadedayîna endamên me, parêzer Sebahatîn Korkmaz mafê axaftinê girt û diyar kir ku li gor peymanên navnetewî yên ku Tirkiyeyê jî mor kiriye, qedexeya zimanê kurdî ne meşrû ye û weha got; “Tê zanîn ku muvekîlê min Eşref Çakan yek ji Birêvebirê Hak-Parê yê Şaxê Amedê ye û di bernameya Hak-Parê de derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de li ser esasê wekheviya kurd û tirkan, ‘Federasyon’ hatiye xwestin û ev yek jî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatiye beratkirin. Ji vê bonê jî propogandekirina bi kurdî sûc nîn e.”
Korkmaz, herweha diyar kir ku ev doz, binpêkirina maf û azadiyên bingehîn e, ji ber vê jî divê bê betalkirin û daxwaz kir ku muvekîlên wî bên beratkirin.
Parêzer Hamiyet Çelebî jî, di axaftina parastina muvekîlan de bal kişand li ser pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku welat di pêvajoyeke hesas de derbas dibe û hin pêngavên giring û erênî tên avêtin û weha got; “Weşana kurdî di televîzyona dewletê de, beşa kordolojiyê di zanîngeha dewletê de, axaftina bi kurdî di civîna grûba li Paralamentoyê de, axaftina serowezîr ya bi kurdî û wd. her yek nimûneyên van gavên erênî ne. Biryara dadgeha navçeya Dîgorê ku dişibiya vê dozê, ya betalkirinê, hem ji bo dozên bi vî rengî û hem jî ji bo pêşkeftina demokrasiya Tirkiyeyê nimuneyeke erênî ye. Em, helwesteke bi vî rengî ji dadgeha we jî hêvî û daxwaz dikin.”
Doza endamên partiya me heta 2yê meha Hezîranê hat taloqkirin. |