8 Mart Dünya Kadınlar Günü kutlu olsun!


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) bi bêşdariya serokê partiya me Bayram Bozyel, Serokê KADEPê Şerafettîn Elçî, û Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) Hasip Kaplan di 7ê Sibata 2010ê de li Paytaxta Swêdê li Stockholmê li ser pêvajoya ’rêlibervekirina’ pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê konferansek li dar xist. Konferans ji aliyê derûdorên cûda yên siyasî û civakî, medyeya kurdî û hevwelatiyan ve bi baldarî û girseyî hat guhdarî kirin.


Serokê Giştî Bayram Bozyel di axafina xwe de destnîşan kir ku, projeya hukmeta Akpartî ku destpêkiriye encama têkoşîna gelê kurd e û divê meriv wek qezencekê tevgera kurd binîrxîne. Di encamê de siyaseta berê ya dewletê înkar kir, lê di şûna wê de siyasetekê nû nehatiye danîn. Berandambûna Tirkiyeyê ya YE, guharînên Rojhilata Navîn dewleta Tirkiyeyê mecbûr kir ku ew gav ber bi çareseriya pirsa kurd de bavêje. Lê statkoparêz, leşker, Erkenekon,CHP û MHP bi tundî li dijî guherandinê ne û AKP jî di eslê xwe de ne partiyêkê demokrat e û di hundirê xwe de baskên cûda hene. Çareserkirina ku ew difikire ne wek çareseriya me kurdan e. Lê mixabin di vê pêvajoyê de jî kurd û tevger û hezên wan leqayît man; yanî helwesteka kurdan a muşterek tuneye. Divê di nav kurdan de pir partîtî  hebe, lê problema wan ew e ku di navbera wan de hevkarî û tevkarî tuneye.


Ev projeya hukmetê piştî buyera Reşadiyê, girtina DTP û serokşaredarên kurd û bi hatinên însanên ji Qendîlê û Maxmûrê xitimiye. Îro zemîna siyasetê şemetok e, pêvajo tevlihev e, karin bûyarên din biqewimin. Hukmet jî du dil e. Lê carek “cîn ji şûşê derketiye” û ev gav êdî paşve nahê avêtin.
Serokê giştî axaftina xwe weha dawî anî; “Federasyon çareseriyekê maqûl e. Lê ev riyekê dûr û dirêj e. Beriya wê gelek daxwazên aktuel hene ku di van 25 salên dawiyê de rû dane divê ew bên çareserkirin.”
Encamnameya konferansa FKKSê ya li ser “Rêlibervekirina” pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê

  • Heta pirsa kurd çareser nebe, demokrasî li Tirkiyeyê bi cî nabe.
  • Divê Qanûneke Esasî ya nûh were çêkirin, hemû maf û azadiyên kurdan bên naskirin, zimanê kurdî bibe zimanekî resmî yê perwerdeyê
  • Divê mafê Kurdan yên kolektifî bên qebûlkirin
  • Divê Kurd di herêma xwe de desthilatdar bin
  • Divê vesayeta leşkeran li ser hukmetê rabe û ew di bin kontrola sivîl de bin
  • Divê hemû şaredar û zarokên ku di girtîgehan de ne, serbest bên berdan.

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94