|
Şaxê Ciwanan ya Partiya me, bi mebesta bal kişandina li ser doza endamên JİTEMê ku evroj (28.12.2009) li Amedê hat dîtin, li ber avahiya Edliyê ya Amedê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat daxwazkirin ku divê rêxistina JİTEMê bê mehkûmkirin.
Di daxuyaniya Şaxê Ciwanan ya Partiyê ku ji aliyê yek ji ciwanên vê Şaxê Şîvan Daş ve bi civîneke çapemeniyê hat pêşkêşkirin de hat ragihandin ku 80 sal e ev welat bi modelên teybet yên wek ‘rewşa awarte, Orfî îdare û wd.’ ku maf û azadiyên civakê di bin zextan de digire, tê îdarekirin.
Şîvan Daş, di berdewamiya daxuyaniyê de weha got; “Di vê pêvajoyê de ku huqûq, maf û azadiyên herî rewa yên mirovî hatine binpêkirin û terora dewletê serwer bûye, êş û azara ku gelê me kişanidye, nayê terîfkirin. Mîratgirên qetlîamên li Qoçgirî, Zîlan, Amed, Dêrsim, Agirî û wd. ev roj jî, li Kurdistanê bi heman zîhniyetê kiryarên xwe yên li dijî mirovatiyê didomînin.
Polîtîkayên helandin û tunekirinê ku berê di bin navê “tekoşîna li dijî serîhildan û eşkıya” de dişopandin, ev roj wek di doza JİTEMê de tê dîtin, di bin navê “tekoşîna li dijî terorê” de tê şopandin. Wek di doza rêxistina terorî ya Ergenekonê û JİTEMê de jî tê dîtin, heta ku Tirkiyê bi derbasbûyiya xwe re rû bîrû nebe û hesabê kiryarên xwe yên di dîroka xwe de nede, aşîtî û edaleta civakî nikare pêkwere.”
Herweha, di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser eqîbeta bi hezaran kuştiyên qisasnediyar û windahiyan û weha hat gotin; “Doza JİTEMê ku bi hezaran kuştiyên qisasnediyar, bîrên asîdê, windakiriyên di bin çav de, gorên bikom tê bibîranîn û qîjîna yek ji mexdûrên vê dozê Şevkiye Aslan ku mêrê wê hatiye windakirin ku dibêje “qet nebe bila estiyên merê min nîşanê min bidin”, wehşeta vê sîstema dagirker hewaleyê wijdanê mirovatiyê dike.”
Doza JİTEMê, carek din nîşan daye ku heta pirsgirêka kurd bi rê û olaxê aşîtiyane û demokratîk neyê çareserkirin, dê ev polîtîkayên red û înkarê herwext JİTEMên nû biafirînin. Ev terora dewletê ku li dijî Gelê Kurd tê şopandin, li pêşberê aramî û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî rêgir e û wê hertim pêşî li guhertinan bigire.
Divê ev perdeya li ser bêhuqûqî û kiryarên nemirovane yên ku ji aliyê rayedarên dewletê, leşker, hêzên emnî, cerdevan û îtîrafkaran ve pêkhatine, bi lezgînî were rakirin”
Di dawiya daxuyaniyê de hat daxwazkirin ku divê sûcdar bên cezakirin û weha hat gotin; “Em wek Partiya Maf û Azadiyan daxwaz dikin, divê doza JİTEMê ku bi salan hatiye veşartin û ji aliyê Serokerkaniya Artêşê ve pêşî lê hatiye girtin ku piştî deh salan li Amedê tê şopandin, êdî ew mij û siya li ser wê bê rakirin û ev rêxistina sûcdar bê mehkûmkirin û sûcdar bên cezakirin.”
|