Ji Çapemenî û Raya Giştî Re |
Dixwazin carek din Gelê Kurd û Tirk kaşê pêvajoye tarîtiyê bikin. Ev rûdan û bûyerên di nav vê mehê de pêk hatine, bi şêweyeke zanyarî ji aliyê navendek ve tên kontrolkirin û dixwazin bi van bûyeran di nav herdû gelan pêla alozî û tundiyê bilind bikin.
Pêvajoya ku bi bûyera li Amedê dest pêkir û bi bûyera li Reşadiye-Tokatê, provokasyonên li Îstenbolê, ya li navçeya Kopê ku bi kuştina mirovan bi encam bûn û herî dawî jî girtina DTPê û binçavkirin û girtina şaredar, endam û birêvabirên Partiya Demokrasî û Aşîtiyê yek ji bazinên vê zincirê ne.
Operasyona li dijî siyasetmedarên kurd ku piştî girtina DTPê derbasê BDPê bûn, bazina herî dawî ya vê pêvajoyê ye. Di pêvajoya vebûnê de pêkanîna operasyona binçavkirin û girtina ku saziyên legal yên siyaseta kurd û kesên ku bi dengê gel hatine bijartin, hêviyên guhertin û demokrasiyê beravajî kiriye. Ev rûdan jî, carek din serwerbûna hêzên statukoperez dide nîşandan.
Em difikirin ku ev helwesta dudilî ya hikumetê ya li dijî rêxistina terorî ya Ergenekonê, bi van bûyerên dawî re ji nêzîk ve têkildar e. Ev bûyerên dawî jî dide nîşandan ku rêxistina Ergenekonê li ser kar e.
Li şûna ku hikumet xwe radestê hêzên dijberê guhertinê bike, divê di warê demokrasî û azadiyan de gavên bibiryar bavêje û bi lezgînî normên huqûqa navteweyî bipejrîne. Girtina gelek siyasetmedarên sivîl yên kurd ku hin şaredarên bajarê me jî din av wan de ne û bi vê yekê siyaseta sivîl hedef hatiye girtin, wek Şaxê Amedê ya Hak-Parê em xistiye nav fikareyeke mezin. Em li bendê ne ku bi lezgînî dawî li van kiryaran bê anîn û herweha, banga me li rayedarên hikumetê ew e ku helwesteke bibiryar bişopînin. 26.12.2009
Birêvebiriya Şaxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan
|