SEROKÊ ME YÊ GIŞTÎ PIRTUKXANA KURDÎ ZIYARET KIR
|
Serokê me yê Gistî Bayram Bozyel tevî mamoste Yusuf Budak; 01.02.2010 de Pirtukxana Kurdî ya ku ji alî Profesor Celîlê Celîl ve hatiye damezirandin zîyaret kir. Pirtukxana Kurdî de Mamoste Celîlê Celîl pêşwaziya Birêz Bozyel û Budak kir. Mamoste Celîlê Celîl Birêz Bozyel û Budak li Pirtukxanê gerand, derbarê avakirina Pirtukxanê de mêvanan agahdar kir. Herweha Pirtukxanê û dokumentên tê de, da nasîn. Birez Celîlê Celîl banga piştgiriyê kir û ji bo parastin û xurtkirina Pirtukxana Kurdî bala welatparêzên Kurd kişand.
Pisti agahdari û nasandinê, Bozyel di Deftera Ziyaretê da hestên xwe nivîsand û herweha îmza kir. Ji bo avakirina Pirtukxanê û keda wî ya hêja, Bozyel sipasiyên xwe pêşkêşê birez Celîl kir û diyar kir ku ewê her tim piştevaniya Pirtukxana Kurdî bikin.
|