BALYOZXANA EDENÊ  YA DYA PARTIYA ME ZIYARET KIR

 

Di 08.01.2010de Balyoza Edenê ya DYA Xanim Daria Darnell digel heyetek serlêdana Partîya me kir. Li ser navê  Partîya me Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî Ûmît Tektaş û Şiyar Bozxan, endamê Lijneya Serokatîyê Henifi Eren pêşwazî li şanda Emerikayê kirin.
Li ser pirsa Balyozê Emerika Xanim Darnell, Serokê me yê Giştî birêz Bozyel li ser avakirina HAK-PARê sekinî û derbarê çareserkirina Pirsa Kurd, demoqratikbûna Tirkiyê, şikandina bandora artêşê, rola endametîya Tirkiyê jî bo Yekîtîya Evrupa û li heremê cîhbicîhkirina aramî/istikrarê de li ser rola Emerikayê bîr û raya partiyê pêşkêşê şandeyê kir.
Birêz Bozyel di axaftina xwe da bal kişand li ser guhartinên ku li Tirkiyê diqewimin, bi taybeti jî sîyaseta AKPê ya bi navê ‘rêlibervekirina Kurd/demokrasi’ û weha domkir: ‘Sala 2010 jî bo Tirkiyê saleke kritîk/dijwar e. Wê reng û meşa siyaseta AKPê îsal zelal bibe. An AKP wê bi biryarî jî bo safîkirina pirsa Kurd û pêvajoya demoqrasiyê gavên berbiçav bavêje an ji wê Tirkiye bixitime û ber bi aloziyê ve bişemite. Em hevîdarin ku rewş ber bi başiyê ve here. Di vê qonaxê de mesuliyeta mezin li ser milê AKPê ye. Lê em ji heta ji destê me tê, dixwazin hukumetê teşwiq bikin, ji bo ku prosesê pêş ve bibe. Lê herweha hewcedarî bi piştgirî û teşwîqkirina ABD û hêzên navneteweyî jî heye’.
Xanim Darnel jî bo agahdarbûyînê sipasiyên xwe pêşkêşê birêz Bozyel kir û diyarkir ku welatê wê, jî bo safîkirina pirsa Kurd û cîhbicîhkirina demoqrasiyê wê hewldanên xwe bidomîne. Hevdîtina ku qasê seetek dom kir, bi dilxweşî xilas bu.

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94