SEROKÊ ME YÊ GIŞTÎ BI CÎGIRÊ SEROKWEZÎR BILENT ARINÇ RE HEVDÎTINEK ÇÊKIR

 

Serokê me yê Giştî Bayram Bozyel, ligel Cîgirên Serokê Gışti Fehmi Demir û Celal Yildiz, bi Cîgirê Serokwezîr Bilent Arinç re, dı konaxa wî de hevdîtinek çêkir.
Hevdîtin di 16.02.2010 seet 15.15 de cîhbicîh hat.
Di hevdîtinê de Seroke me ye Giştî Bayram Bozyel bi giştî li ser pirsa Kurd, taybetî jî li ser pêvajoya nu sekinî û ji bo pêştebirina pêvajoya nu dîtinên xwe anî ziman. Bozyel di axaftına xwe da bi taybetî li ser gringiya perwerdeya bi zımanê Kurdî sekinî û balkişand ku perwerde bi zimane zikmakî, wê  lı çareseriya pirsa Kurd tesîrek mezin bike.
Cîgirê Serokwezîr Bilent Arinç, bi hevdîtınê kêyfxweşiya xwe anî ziman û dîtin û bibiryarbûna partiya xwe ya derbarê pevajoyê dubare kir. Arinç, herweha behsa astengî û aloziyên ku ew rubiru ne kır û jı bo vê jî doza pıştgiriyê jı cıvatê, bi taybeti jî ji Kurdan kir.
Cîgirê Serokwezîr got, ‘em dixwazin bi partiyên derê parlamentoyê re jî di nav diyalogê de bin.’
Hevdîtin  bi qasî nîv seet dom kir û di atmosferek berhemdar û germ da bi dawî bû.

 

BASINDA HAK-PAR
Genel Merkez : Sağlık 2 Sokak 56/10 Kızılay / ANKARA Tlf: 0 312 434 35 01 - 434 35 02 - Faks: 0 312 434 34 70 - hakpar1@hotmail.com
Genel Merkez  Diyarbakır İrt.Bürosu: Diclekent Bulvarı Yayla Sitesi A/Blok D:2 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf : 0 412 237 88 94