|
Bûbê Eser
Weke tê zanîn ku Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ev demek dûr û dirêj e ku di qada siyaseta eşkere li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê kar û xebatên ji bona azadiya welatê xwe dike. Em baş dizanin ku ev partî ji pêvajoyeke dûr û dirêj tê. Wê hin nav ji ber qedexebûnê guherîn û heta vê rojê û bi navê HAKPARê hat.
Li gor baweriya min hebûna HAKPARê li Tirkiye tê wateya ku Kurd ne bê xwedî û bê muxatab in. Lê helbet hin kes û rêxistin ji vê yekê acizin û naxwazin gelê kurd ji bilî wan tu kes û partiyên din bibînin. Lê çi heyfe ku hin kesên me jî bi zanetî an jî bi nezanî avê berra ser aşên kes û rêxistinên weha didin. Loma jî tim ji bê muxatabiyê aciziyên xwe diyar dikin. Lê gelekî mixabin ku hebûna muxatabakê nabînin. Ya ez pê diêşim jî ev e. Lewra bi aweyekî eşkere hate dîtin ku HAKPAR bi helwesteke zanistî di wan hilbjiartinên ku hatibûn kirin ev yeka bi biryara beşdariya hilbijartinê şkandibû. Her weha bi vê yekê HAKPARê helwest, nerîn û dîtinên gelek kesên ku ne diyar bû, eşkere kir.
Serokê HAKPARê brêz Bayram Bozyel di van demên talî de û ji bona kesên li ewropa ne, guhdarî bike, nerîn û dîtinên wan bizanibe, ji welêt gerrek dûr û dirêj li ewropa kir. Li gor gotina brêz Bayram wî gelek dersên baş, têbîniyên delal û pêşniyarên hêja girtibû. Her weha me weke kurdên ewropa jî ji wî gelek tişt girtin ango fêr bûn.
Brêz Bayram Bozyel di gerra xwe ya ewropa de rawestana xwe ya talî kir Swêd û wî di roja 7.11.2009an civîneke ku ji herkesan re vekirî li Stockholmê pêk anî. Di vê civînê de brêz Bayram Bozyel bondoreke hêja li ser hemû kurdên swêd hişt ku ew jî ev bû. Heta roja îro gelek sîyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hwd. Ji welêt li me bûbûn mêvan lê çi mixabin ji sedî nodûnehên wan bi tirkî civînên xwe bi rêve dibirin û bi vê yekê dilê kurdên swêd ji xwe dihiştin û bi şunde vedigeriyan. Vegera wan dibû ku êdî tu kesan qal û behsa wan nedikirin. Heger bikirana jî digot in: `heyf û mixabin ku siyasetmedarên bi zimanê xwe nizanibim û nikaribin bi zimanê xwe siyasetê bikin, wê çawa bikaribin pêşkêşiya gelê xwe bikin?`
Lê vê carê ne weke carên din bû. Loma civîna brêz Bayram Bozyel bi kurdiyeke şêrîn xweş û rind hate meşandin. Brêz Bayram bi wê kurdiya xwe ya delal, herikbar, xweş û rind herkesên ew guhdarî kirin matmayî hişt. Hûn bawer bikin kurdên swêd bi tirs û xofa ku wê civîn bi tirkî be, hatibûn, lê li hember wan serokê partiya HAKPARê brêz Bayram bi wê kurdiya xwe ya delal û şêrîn ne kêmî kurdên swêdê bû. Ew desthilatê kurdiya xwe bû. Wî li hember pirsên kurdên swêd zor û zehmetî nekêşand. Hemû pirsên beşdaran bi wê kurdiya xwe ya xweş dibersivand. Ev bû sedem ku piştî civînê kesên me ne li ser mijarê lê li ser kurdiya wî qise dikirin. Ji hev dipirsîn ku serokê HAKPARê çawa dikare ewqasî bi kurdiyek xweş qise bike? Ji hevre digotin; `divê serok wehabin` `serokên bi zimanê xwe nizanibin divê serkêşiya gelê xwe nekin`
Loma ez jî sipasî brêz Bayram Bozyel dikim ku wî bi wê kurdîaxaftina xwe him bondoreke xweş li ser me kurdên swêd hişt û him jî bi vê yekê wî hişt ku axaftin û nivîsên hin kesan di vê derbarê de bêne nivîsandin. Lewra jî brêz Bayram bi vê helwestê diyar kir ku bi rastî ew serokê partiyeke kurdan e. Wî bi vê yekê da zanîn ku divê kurd bi zimanê xwe qise bikin da ku bikaribin bi rehetî doza mafê gelê xwe ê rewa biparêzin. Bi vê helwesta xwe wî rê li ber kesên ku bi zimanê xwe ê şêrîn û kurdiya delal nizanibim, dê nikaribin li swêdê semîner û civînan li dar bixin.
Loma dibêjim ku brêz Bayram bi vê yekê û bi vê helwesta xwe ya hêja wî cihekî teybet di dilê kesên ku beşdarî civîna wî bû bûn de hişt. Loma divê em jî weke kurd ji partiya brêz Bayram re bibin alîkar, bibin şêwirmend, bibin renxegirên çêker da ku em jî di dilê wî û ya partiya wê de cihekî bigirin. Ji ber ku mirov bi kar û xebatê dighêje armancên xwe. Loma xebat bi mirovan dibe. Mirov jî divê vê erke xwe bînin cî.
Têbinî: Ez bi xwemgînî dibêjim ku min hevalekî xwe ê 35 salan bi bûyereke trajîk ku ew ji teref kurê xwe yê herî jê hez dikir hate kuştin, wenda kir. Vê tesîreke giran li min kir û hîn jî ez ji vê tesîra xerib xilas nebûme. Bavek çawa bi destê kurê xwe bêkuştin?!!
Ev nivîsar ji malpera mediakurd hatiye vergirtin
|